Nûçe
RAVEKIRIN

Piştî nîqaş û gotubêjên li ser tevna civakî yên di derbarê pirtûka bi navê “Qamûs el-Hediye el-Hemîdiye Fî el-Lûxa el Kurdiye” me weke Komîteya Amadekar ya 4 mîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol pêdiviya vê ravekirinê dît. Pirtûka ku navê wê derbas dibe di lîsteyên ku ji bo komîteya me re hatine şandin de teqez derbas nabe. Dîsa em teqez dikin ku ev navnîşan di nava 11000 navnîşanên ku ji hêla beşdaran ve ji bo me hatine şandin de tune ye. Ev pirtûk wê di Pêşangeha Şehîd Herekol de cih negire. 18/07/2020 Komîteya Amadekar