Kar û Xebat
Çalakî Di bin silogana “şitla îro dara sibe ye” desteya çandê li herêma Cezîrê

pêşbirkeke ramanî bi navê “Nivîskarê Pêşerojê” ji bo zarokên temen (10-20) lidar xist.
Pêşbirk derbarê hindek pirtûk mîna çîrok û şanoyan bi zimanê kurdî û erebî ye, armanc jê hişiyarkirina zarokan e, ku berê wan bidin pêşerojeke û asoyeke nû.
Hêjayî gotinê ku pêşbirk li ser sê qonaxan hatiye avakirin. qonaxa yekem bi ezmûna beşdaran hate bi dawîkirin, û qonaxa duyem wê di demeke nêz de were destnîşankirin.