Kovara Sîwan

Muzîkû girîngiya wê

Abdulrahman Çadircî

Muzîk Çi Ye?
Muzîk, dengê mirovan an jî dengê amûran bi formeke xweşik û hestyar anîna cem hevdu ye. Hunera vegotina hest û ramanê, bi şêweyekî yekdengî yan jî pirdengî ye. Di vê hunera vegotinê de newa, armonî, rîtm cihekî girîng digire. Ji ber vê jî em dikarin bêjin, di heman demê de muzîk, hunera newa, armonî û rîtmê ye. Bi qasî ku muzîk beşekehunerî ye beşeke zanistê ye jî.
Teoriyên destpêkê yên muzîkê Yewnaniyên Kevn pêş xistine. Di Yewnana Kevn de dans û muzîk cihek girîng digirt. Helbestvanan bi hevaltiya lîrê destan digotin. Pêyva muzîkê, di Yewnana Kevn de, ji navê Mousayan hatiye çêkirin. Mousayan xwedewandên îlhamê yên hunerê bûn. Di wê demê de pêyva ‘mousîka’ têgeheke giştî bû ku ji bo her beşa huner an jî zanistê yên di bin xwedî kirina Mousayan de, dihat bikaranîn. Paşê ev têgeh tenê ji bo muzîkê hat bikaranîn.

Muzîk Gerdûnî Ye
Muzîk, gelek şêweyên newayên ji muzîka hêsan heya ya girîft di nava xwe de digire. Her wiha gelek tiştên mîrovatî û xwêzayî bi dest dixe. Bi çi şêweyê dibe bila bibe her muzîkek li gor xwe xwedî bandorekê ye. Di navbera şêweyên muzîkê de hilbijartin bi tevahiya xwe li ser zewqê, hestê û ramanê dimîne.
Li gor çand û ziman, erdnîgarî, nijad, ol û sosyolojiya mirovan mûzîk her ku diçe dibe xwediyê formên cuda. Her şêweya wê ya netewî, çandî û civakî heye. Ev yek nayê bisînorkirin.Lê belê ji ber ku muzîk di bingehê de ji dengan pêk tê, ji derveyê cêwaziya van rengan bi awayeke serbixwe tê pêhisîn. Di vê mijarê de di nava hemû huneran de muzîk hunera herî gerdûnî ye. Mirov ji zimanêkî qet fêm neke jî dikarin ji newayêkê bandor bibe.
Bi taybet bi destpêka sedsala 20’î re wekî muzîka hemdem gelek şêweyên muzîkê pêş dikevin. Ji vî alî ve her ku diçe dewlemendiyeke mezin derdikeve holê. Ji ber wan rastiyan ango ji ber pêşketina hem muzîkên herêmî, xwecihî û civakî hem jî şêweyên muzîkê, em dikarin bêjin ku, pênaseyekî hevpar ya muzîkê her ku diçe tengav dibe. Ji ber van sedeman li şûna pênaseyeke hevpar ya muzîkê li gor çarçoveyên cuda (civaknasî, derûnî, akûstîk, polîtîk û hwd. ) pênaseya muzîkê dikare were pêşxistin. Nêzîkatiya civaknasekî ji muzîkêre û ya fizîkgerekî ya ji bo akûstikê ji hevdu gelek cuda ye. Ev nêzîkatî hemû ji aliyê muzîkperwer û zanistên muzîkê ve tên destgirtin û lêkolînkirin.

Di Jiyana Mirovan de
Girîngiya Muzîkê
Tê zanîn ku têkiliya di nava mirovan de deng, cihekê girîng digire. Ji ber vê jî bitaybetî di jiyana mirovan de rol û erkê muzîkê gelek girîng e. Em dikarin bêjîn bê wê nabe. Têkiliya mirov ya bi muzîkê re berê zayînê dest pê dike heta dawiya jiyanê berdewam dike. Ji berî zayînê çend hefte pêçek di zikê diya xwe de li hemberî dengên muzîkal re hişyar e. Her wiha, di rojên destpêkê de ku em çavên xwe ji cîhanê re vedikin, bi lorîkên dayikên xwe re bêzanebûn bi muzîkê re em hev nas dikin. Pişt re her strana ku em dibihîsin bêyî ku em wateya peyvên wê bizanibin dixwazîn dubare bikin û newaya wê bigirin. Bi lêdana beroşekê yan jî mêzeyekê cara yekem em tama çêkirina muzîkê dijîn. Di dibistanên seretayî de bi lêdana flût an jî mandolînê em kefxweşiyekî bi giştî dijîn. Her ku muzîk tê naskirin, di vegotina muzîkê ya di aliyê hest, coş, kefxweşî, tirs û kederê de hêza muzîkê tê nasîn. Di heman demê de em fêr dibin ku, lêdana amûrên weke piyano, flût, kemanê ligel qabiliyetê xebatek bi rêkûpêk dixwaze.
Ji ber wê jî mirov nikare muzîk û mirov ji hev cuda bike. Mirov di jiyana xwe de her tim bi muzîkê re têkiliyeke berdewamî çêdike. Di xebat, bêhnvedan û kêfkirinê de bi muzîkê re dibe. Li mal, derve, cihê kar û dawetê bi muzîkê re dijî. Ji ber wê em dibêjin: Jiyan bê muzîk nabe. Ango mirov bê muzîk nabe. Muzîk ji mirov re hêz û keyfxweşiya jiyanê dide qezenckirin. Jiyanê xweşiktir û zindîtir dike, bi dewlemendiya xwe reng dide jiyanê. Di dema tengasî û bêmoralî de muzîk ji bo mirov dibe hevalek herî nêzîk û hevkarê derketina ji tengasiyan. Guhdarkirina muzîkê, di jiyana rojane de, mirovan hîn zêdetir bi tendurist û berhemdar dike.

Muzîk Zadê/Qûtê Giyanê û Jiyanê Ye
Mirov di jiyana civakî de ji gelek çavkaniyan dengên muzîkê dibihîse. Ji radyo, tv, stranbêjeke li ser dikê, heta banga melayan, xwendina sirûdan û hwd… weke muzîk guhê mirovan tijî dike. Mirov bixwe jî gelek caran stranan dibêje yan jî hinek caran ji ber xwe jî peyvan bi şêweyê awazî pişt hevdu tîne. Yan jî bi amûrên muzîkê, muzîk çê dike.
Tê zanîn ku mirov ne tenê di dema kêfxweşî de di dema karkirinê de jî bi muzîkê re dibe. Heta gelek caran jî gelek mirov bêmuzîk nikare bixebite û berhemekê biafirîne. Ji ber ku muzîk hêzeke cuda dide mirov. Muzîk giyanê mirov pêş dixe û dewlemend dike. Ji ber vê, gotineke navdar heye dibêje: ‘Muzîk zadê giyanê ye’. Çawa ku mirov ji bo pêşketin û mezinbûna di aliyê bedenî de pêdivî bi zadê heye, ji aliyê pêşketin û dewlemendbûna giyanî ve jî pêdivî bi muzîkê dibîne. Di jiyana mirovan de bi qasî pêşketina bedenî, pêşketina giyanî jî girîng e. Heta dikarin bêjin ku di wateyekê de, pêşketina giyanî ji pêşketina bedenî girîngtir e.
Li gor şaxên din ên hûnerê, di nava mûzîkê de, gelek şaxên din jî dikarin roleke mezin bilîzin. Muzîk, tenê ji dengan pêk nayê. Di heman demê de, gotin jî di nava berhemek muzîkal de xwedî rolêk sereke ye. Bi hêza gotinê, berhemek dikare xîtabê dil û mejiyê guhdarvanan bike. Bi hêza newayek, berhemek dikare xîtabî guhê guhdarvanan bike.
Lêkolînên di derbarê mûzîkê de derdixin holê ku, newa û rîtm, di mejiyê mirovan de yekser bandora xwe li ser beşên şabûnê, bêrîkirinê yan jî ji xemgîniyê berpirsiyar in dike. Ji ber vê jî muzîk, deriyê ku diçe cîhana hêstên mirovan vedike. Him bi dîtin him bi bîhîstin him jî bi hesîn dikare bikevê rihê mirovan û wan di nava dengan de bibe rêwîtiyekê.

Di Civak û Civakbûyînê de Rista Muzîkê
Di civakbûnê de mûzîk risteke girîng dilîze. Yek ji wan hêmanên ku qelebelixa mirovan dike civak, muzîk e. Muzîk, ji aliyê civakbûyinê ve rista «yekbûn û bi hev ve zeliqandinê» dilîze. Ev jî aliyê civakî ya muzîkê derdixe holê. Û ji derveyî kesan rola xwe ya civakî ya muzîkê jî diyar dike. Ji ber ku, stran û sirûdên civakekê, mînak yên Kurdan, mijarên cuda cuda bi dest digire. Hinek bi mirov, hinek bi jiyanê û hinek jî bi xwezayê ve girêdayî ne. Ji ber vê, berê mirovan didin başî, xweşikbûn û rastiyê. Li ser vê bingehê muzîk, ji bo civakê kevneşopî, exlaq û pîvanên hevpar derdixe holê. Û dibe alîkar ku civak li derdora van endaman kom bibe.
Di aliyê civakî de erkên pir berfireh û di nav hev de yên muzîkê hene. Li gel perwerde, şahî, coşîn û bêhnvedana mirov, çanda cîvakekê ji nivşekî ji bo nivşekî din radigihîne. Bi awayekî asayî dikarin bêjin ku, muzîk amûrekî bi bandor a perwerdê ye. Guhdarkirina muzîkê, mirov ji aliyê civakbûyinê ve pêş dixe û ji aliyê hestyarî ve jî bihêz dike. Tê zanîn ku, civakbûn jî hevgirtina hestên pêşketî ye. Kesê ji muzîkê bandor dibe, hinek taybetmendiyên weke guhdarkirina muzîkê, bi muzîkê lîstin, stran gotin û lêdana amûrê muzîkê qezenc dike. Ev jî, him ji aliyê civakbûnê him ji aliyê xizmeta civakê ve pêwîst e.
“Em dikarin Ronesansê wekî hêza sêyemîn ya fêmkirinê ya dîrokê binirxînin. A yekemîn…merhaleya hişmendiya neolitîkê ye ku di kevaneya hundirin ya pergala Zagros-Torosê de gihaye lûtkeyê… Mirov dikare bêje ku, bihuşta cîhanê cara yekem di vê kevaneyê de hatiye afirandin. Mirovayî di hilberîn û jiyana civakî de bi sedan ‹destpêk› jiyan kirine. Qalip û aletên muzîkê ya wê demê, hîn jî bi awayekî herî lerzîner û bi hejandinek kûr li ser giyana me bandorê dikin.”

Related Articles

Back to top button