Dengbêj-stranbêj û muzîsyenên Kurd ên navdar

Abdulrahman Çadircî
EVDALÊ ZEYNİKÊ (1800-1913)

Evdalê Zeynikê, li gundê Cemalwerdiyê girêdayî navçeya Dûtaxa bajarê Agiriyê hatiye cîhanê. Dîroka ji dayîkbûna wî wekî sal tam nayê zanîn. Tê gotin ku di destpêka salên 1800’an de hatiye cîhanê. Dengbêjê dîwana Surmeli Memed Paşa bûye. Ew û Gulêya dengbêj di civatekê de didin ber hev. Zora Gulê dibe û wê ji xwe re dixwaze. Her wisa ew û dengbêjê bi nav û deng Şêx Silê jî didin ber hev û zora Şêx Silê jî dibe. Piştre çavên wî kor dibin. Pir naçe civatan. Ew û Temoyê kurê xwe li parsê digerin. Li gelek deverên welat geriya ye. Piştî bi salan bijîşkekî Îranî çavên wî derman dike.
Gelek stranên ku wî bixwe çekirî hene. Lê êdî hatiye jibîrkirin.
Di sala 1913’an de li gundê Qanciyan ê navçeya Qereyaziya bajarê Erzeromê jiyana xwe ji dest dide.
Stranên ku gotine:
Wey Xozanê; Rabe Rabe; Şêx Ronî; Hayê Li Min; Lo Mîro; Ez ê Ji Teyra Tey-rekî Hûr im; Evdal û Şêx Silê; Dêrsime Xweş Dêrsime; Heyla Wayê; Evla Begê Mîrê Zirav; Hekîmo; Evdal Kor e; Qulîng Li Serê Me Ha Neke; Roj Di Qolîbaba De Wergerya (Kazoyê Garisya); Ez ê Bi Di-harê Qelenyê Diketim (dema şerê 1885-1890)
Evdal kilama Xozanê û Dêrsime zef hez kiriye. Wexta ku Evdal ketiye ber sekerata mirinê de ji kurê xwe re dibêje, gerek hûn wan herdu kilamên min tu carî ji bîr nekin.
KAWÎS AXA (1889-1936)

Jê re dibêjin; “Bilbilê Kurdistanê”. Kurmanc e. Navê wî yê rastî Weysî ye. Ji Çarçela Herkiyan e. Weysî dema ku dibe dengbêjekî mezin, navê wî dibe Kak Weys (tê zanîn ku gelê Behdînan peyva ‘kak’, hem bi wateya ‘bira’ û hem jî ji bo rêzdarî bikartînin) Pişre jî ev nav dibe ‘Kawîs’. Di temenekî biçûk de bavê xwe wenda dike. Di 13 saliya xwe de zimanê wî tê girtin. Kawîs dema ku nikare biaxife xwe dide stranan. Dema ku stran digot zimanê wî vedibû. Bi vî awayî kul û derdên xwe bi stranan re derdixist. Di dema merasîma cenazeya dayika wî de, ji lobandina jineke bi navê Derwêş Fatê pir bi bandor dibe. Derwêş Fatê wî fêrî stranan dike.Kawîs jî stranên ku ji wê fêr bûye diçe di meclîsan, civînên şevê, dîwanxaneyên axa, qesrên mîran de dibêje. Pişre ji bo çêkirina plakê diçe Bexda. Bexda di wê demê de, navendek ya dagirtina plakan e. Dengbêjan bi vê rêyê xwe didan naskirin. Kawîs, di destpêkê de, ji ber ku bêziman e tê biçûk xistin û cidî naye girtin. Lê dema ku diçe çayxanê û dest bi strîna “Genc Xelîl” dike û plakvan dengê wî dibihîsin, diçin cem wî. piştre li pey hev plakan dadigre.
Parçeyên ku strane: Way De Herê; De Xalo; Genç Xelîl; Şêxê Zirav; Gundê Qaşqa; Delal Hay Delal; Gewrana; Xelito; Belê Dîlber; Narê Hey Nar.
KARABETÊ XACO (1902-2005)

Ermenîy e. Rexmî ne Kurd bû, lê jiyan û çanda Kurdî li gel xwe diparast. Li gundê Bilêderê yê bi ser Êlihê ve hatiye cîhanê. Di sala 1915’an de dayik û bavê wî jî di nav de pênc xizmên wî têne kuştin. Xwe dispêre herêma Reşkotan, diçe cem xwişka xwe ya mezin ku bûka wê herêmê. Li wir xulamiyê dike…Li wê derê dibe dengbêjê dîwana Filîtê Quto. Piştî serhildana Şêx Seîd, bi hin Kurdan re koçî Suriyeyê dibe. 15 salan bi pereyan leşkeriya Fransayê dike. Pişre diçe Ermenîstanê. Di sala 1950’î de di radyoya Êrîvanê de dest bi xebatê dike. Heta salên 2000’î di radyoya Êrîvanê de dixebite.
Dumahîkê degnbêjê navdar Evdalê Zêynikê ye. Wekî nûnerekî ji ekola wî tê nirxandin. Li gel vî, nûner û îcrakerê herî girîng ê ekola xeta “Xerzan-Serhed-Qafkasya”ye. Dengê wî yê tîz ne dengê qirikê, dengê serî ye. Ji bo dengbêjekî mezin taybetmendiya herî girîng dengê serî ye. Ji ber ku, dengbêjek ku dengê qirikê bi kar tîne piştî demekê wî dengê xwe wenda dike û stranên ku dibêje ji bîr dike. Wa ye, Karabet yek ji îcrakerên herî girîng yê taybetmendiya dengê serî ye. Dengê Karabet di pileya têquz de tîz û zelal e. Dengê Kurdên deştî bi giştî hîn nazik û nerm e; tîzbûna dengê wan ne zêde bilind e. Lê belê dengê Kurdên çiyayî hîn tîz û gur e. Taybetmendiyeke din ya Karabetê Xaco jî xulxulandin e. Dîsa Karabet, di stranan de ‘hawînî’ pir bi kar tîne. Bi sedan kilam û stranên wî hene. Stranên wî yên bi navê ‘Lawikê Metînî’, ‘Saliho û Nûrê’ û ‘Eyşana Elî’ hwd. di nav gel de belavî çar hêlan bûne. Gelek albûmên wî hene. Di 13’ê Berfanbara 2005’an de, li Ermenîstanê di nav xizaniyê de giyanê xwe dispêre axê.
Karabet, dengbêjê çîlekêş ê xeta “Bişîrî-Qamişlo-Êrîvan” e. Karabet dibêje ku: “Xezîneya Kurdan di bêrikê min de ye. Heke ez dest bi gotina kilaman bikim, ne rojek-du roj, mehek jî têra min nake.” Di xezîneya Xaco de nêzikê hezar kilam hebû.
Stranên ku gotiye: Lawikê Metînî’, Saliho û Nûrê, Eyşana Elî, Zembîlfiroş, Xumxumê, Hesenîko, Li Dihole, Bişêriyo, Lê Lê Edûlê, Xezal, Filîtê Quto, Silêmanê Mistê, Evdalê Zêynê, Hêy Babikê, Diyarbekir.
ŞAKİRO (……-1996)

Bi eslê xwe ji gundê Navikê yê bajarê Agiriyê ye. Ji ber ku di nava gel de wekî Şakirê Qereyaziyê tê nasîn gelek kes wisa dizanin ku ew ji Qereyaziyê ye. Dîroka ji dayîkbûna wî tam nayê zanîn. Navê wî yê di nasnameyê de Şakir Denîz e. Dibistan nexwendiye. Di sala 1959’an de koçî bajarê Edeneyê dibe. Heft salan li Edeneyê dimîne. Di sala 1966’an de mala xwe dibe bajarê Mûşê. Du salan li Mûşê dimîne û wê carê koçî navçeya Qereyaziyê ya bajarê Erzeromê dibe.
Yek ji dengbêjên girîng e. Di nava gel de jê re dibêjin “şahê dengbêjan” an jî “kewê ribat”. Di temamiya jiyana xwe de dengbêjiyê dike, li gelek cih û deveran digere. Gelek caran diçe bajarê Amedê bi dengbêjan re stranan dibêje. Stranên ku dibêje ji Mihemedê Xilxila û Reso hîn dibe. Gelek stranên ku wî bixwe çêkirine jî hene. Di nava gel de bi dehan kasetên wî hene. Her weha gelek kasetên wî jî bi bandrol hatine derxistin.
Di dawiya temenê xwe de mala xwe dibe bajarê Îzmîrê. Di sala 1996’an de li Îzmîrê di rewşeke xizan de jiyana xwe ji dest dide. Bavê 4 zarokan e.
Stranên ku Şakiro xwendine: Dêran; Reben im; Li Mino Dîno; Bavê Fexro; Serayê; Mihemedo; Hesenîko; Têlî Heyran; Delalî; Lê Lê Dayê; Dîlber.
MEYREM XAN (1904-1949)

Meyrem Xan, di 1904’an de li Şirnexê, li gundê Dêrgulê ji dayik dibe. Dibistan nexwendiye. Bi eslê xwe Kurmanc e. Di sala 1915’an de mala wan bar dikin, diçin Qamişloyê. Li Qamişloyê bi kurê mala Bedirxaniyan re dizewice.
Dema dest bi stranbêjiyê dike ew û malbata mêrê xwe li hev nakin. Meyrem Xan diçe Musilê, ji Musilê diçe Bexdayê. Li Bexdayê li mala dotmama xwe, Elmas Xanê dimîne. Di sala 1935’an de di Radyoya Kurdî ya Baxdayê de dixebite. Di sala 1944’an de tevî Seîd Axayê Cizîrî, Hesenê Cizîrî, Elmas Xan û Resûlê Gerdî û gelek dengbêj û stranbêjan re civiyaye.
Meryem Xan, dengbêja jin a Kurd a yekemîn e ku sêlikên Kurmancî tomarkiriye.
Heya dawiya emrê xwe di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de dixebite.
Tê gotin ku, Meyrem Xan di sala 1949’an de li Bexdayê jiyana ji dest daye.
Parçeyên Meryem Xan strane: Bavê Koroxlî; Helîmê; Were Domam; Mihemedo Ronî; Gewra Min Tu Nîne; Sêvê û Hecî Elî; Hesanê Osman; Lê Lê Weso; Gulşenî; Lê Dîne Lê Dîne; Gulê Wey Nar.
MİHEMED ARİF CİZÎRÎ (1912 -17.12.1986)

Mihemmed Arif Cizîrî, di sala 1912’an de li Cizîra Botan hatiye cîhanê. Diya wî jî dengbêjeke nasyar bû. Ji diya xwe bandor dibe û bi muzîkê re hîn zêde têkildar dibe. Ji Celîla Elî perwerdeya muzîkê digire. Di 13 saliya xwe de, bi angaşta (îdîa) destekirina serhildana Şêx Seîd hat gir-tin. Ji ber temenbiçûkiya wî ji îdame difilite û piştî 4 salan ji hepsê tê berdan. Ji ber zextên giran, wekî mişextî çû Bexdayê. Li wir xebatên xwe yên hunerî didomîne. Li Bexdayê, salên dirêj, bi berdêla zik têrkirinê striya. Di 1932’an de zewicî û du za-rokên wî çêdibin. Di sala 1934-1935’an de li gel Meryem Xan tevlî Kompaniyên Ebul Kelb dibe û tomara gelek plakan dike. Di salên 1949-1972’an de jî li Beşa Kurdî ya Radîoyê Bexdayê kar dike. Di vê pêvajoyê de ji 300’î zêdetir berhevî tomar dike. Mihemed Arif Cizîrî, bi stranên xwe yên herî xweş ên wekî ‘xifşê’, ‘siwaro’, ‘pismamo’, ‘ez xezal im’, ‘koçero’re di Radîo Bexdayê de deng dide.
Mihemed Arif Cizîrî, yek ji nûnerên herî girîng yê kevneşopiya stranbêjiya muzîka Kurdî ye. Gelek stranbêj hene ku stranan nafirînin. Tenê îcra dikin. Lê belê wî hem stran îcra dikir û hem jî bi sedan stran afirandin, wekî hafizayê civakê bû. Di stranên xwe de evîn û hezkirin, hezkirina welat, egîdî û mêrxasî cihekî bingehîn digire. Nêzîkî 1200 stran tomar kirine (60 kasêt).
Jiyana wî bi xizanî derbas bû. Gund bi gund geriya ye û stranbejî kiriye. Di rêya gund de pêlavê wî du ket dibe, ew jî ji neçarî ji enstru-manê xwe têlek jêdike, bi vî re herdu parçe pêlavê bi hevdu ve girê dide û rêya xweber-dewam dike. Di 1986’an de, li Duhokê, di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.
Stranên ku Mihemed Arîf gotine:
Xezal Xezal, Eyşana Elî, Wey Lo Lo, Ay Delal, Bavê Fexrî, Yadê Yadê, Çiyayê Şingalê, Siwaro, Asê (Hesenîko), Geline, Eman Eman Koçerê, Xifşê, Ay Lezo.
ELÎ MERDAN (1904-1981)

Elî Merdan jî hunermendekî girîng e; ma-mosteyê meqam û stranên Kurdî ye. Di sala 1904’an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Xwendina xwe li Tekye ya Kerkûkê li cem mamoste Salih dest pê dike û her li wê derê jî fêrî tecwîda quranxwendinê bû. Her wiha ferî hinek meqamên Kurdî û Qoriyatên Turkmanî jî bû. Piştî 8 salan Tekye ya Kerkûkê bi cih dihêle digel mala xwe diçe gundê Leylan. Li wî gundî ji Xidir Baram gelek sûd werdigire bo meqamên Kurdî. Lê di dawî de diçe Bexdayê û li wir meqamên Kurdî, Farsî û Erebî ji mamosteyên din ên Fars, Ereb û Kurd fêr dibe û êdî wekî şarezayekî di warê meqamên herêmî de tê naskirin. Her di vî derbarî de mamoste dibêje: “Meqamên Kurdî çavkaniyeke Kurdî ya zengîne bo huner û mûzîka Kurdî û staranên gelên din ên herêmê.” Ji bilî dengê xwe yê bi soz û resen şarezayê çend amûrên mûzîkê jî dibe ku ew bi xwe ji amûra ûdê zêde hez kiriye û lêdaye. Her wiha şarezayê zimanên Erebî, Kurdî, Farsî û Turkmanî jî bûye; helbestên wan xwendine.
Şarezayî û zîrekiya Mamoste Elî Merdan, di huner û meqam de ewqas eşkere û ber çav e ku mamosteyên meqamên Iraqî wî mamoste û rêberê xwe dizanin. Bixwe di hevpeyvînekî de wiha dibêje: “Yekem meqama min, meqama ay ay bû, di sala 1939’an de li radîoya Kurdî bi zimanê Kurdiya Bacelanî bû ku min ew tomar kir.” Di sala 1965’an de li radîoya Tehran û Kir-maşan çendîn meqam û stran tomar kiriye. Strana dawî ya wî besteyek bûye, ku di sala 1972’an de li radîoya Kurdî li Bexdayê tomar ki-riye.
Elî Merdan, Kurdekî dilsoz û xwedan hes-tekekî pak ya Kurdayetî bû. Ji bo jiyana xwe, bi pêxwasî û hejarî, cotkarî û şivantî û gavantî ki-riye. Meqamzan û dahênerê Kurd, piştî 50 salî bê westan xizmet bo awaz û stranên Kurdî kiriye. di temenê 77 salî de û di 24’ê Tîrmeha 1981’an de koça dawî kiriye û li bajarê Kerkûkê li goristana Şêx Mihêdîn hatiye veşartin.
Stranên ku gotine: Xom û Ûdekam, Çawakam, Kolan Be Kolan, Şev û Roj, Xalo Xalo, Giyana Basyatî, Gula Bax, Perçem û Eg-rîce, Kêy Dêtewe, Leylanlı Kızı, Ezîzem Ay, Mîna.
HESEN ZÎREK (1921-1972)

Hunermend û helbestvanekî Kurdê Rojhi-lat e. Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li gereka (taxa) Qelaî Serdarî ya bajarê Bokanî ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Navê bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Piştî 12 saliyê xwe diçe xerîbiyê. Di sala 1953’an de, li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. Di sala 1958’an de vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê li Beşa Kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek, li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Piştî wê Hesen Zîrek diçe Radyoya Kîrmanşahê û li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar dike.
Di sala 1966’an de pirtûkekê bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana wî ve-dihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ev, bi nota tê amadekirin û tê bilêvkirin. Di sala 1967’an de bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî radestî Îranê di-kin. Di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Bane dest bi kar dike. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî.Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kasetekê de wîha dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tineye ku ez lê bijîm. …Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”
Ji ber hin sedeman, Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewra bar dike û diçe Şinoyê. Li Tewrêzê dikeve xestexaneyê û bijîşk dibêje; nexweşiya wî penceşera kezebê ye. Hesen Zîrek, di roja 28’ê Hezîrana sala 1972’an de koça dawî dike. Li ser kêla li ser sîngê wî wiha dinivîse:
Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû
Hesen Zîrek, bi qebiliyet û keda xwe di muzîka Kurdî de cihekî girîng ya bê nîkaş girt û gelek berhem afirandin. Ji ber wê jî ji aliyê gelê Kurd ve her tim bi qedir û qîmet tê bîranîn.
Parçeyên ku strane: Ey Nîştîman; Were Qurban; Newroz; Li Baxan Ahû Nalim Dêt; Sêv Pêgehîşt; Nesrîn Emrim Bihar e; Yallah Şofêr; Gewhere; Nalesken; Ey Nar Bawan im Yar.
MAMLÊ (1925-1999)

Hunermendê Kurd Mihemedê Mamlê ji Kurdistana Rojhilat e. Di sala 1925’an de li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Wekî stranbêjek bi giştî di Kurdistanê de, bi taybet jî di herêma Mehabad û derdorê wê de tê nasîn. Gelek muzîkên gelerî yên Kurdan nû kirine. Di qada ramyarî de jî xwedî sekneke çalak bû. Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û sîrûdên xwe tê naskirin. Ji ber kar û barê Kurdayetiyê gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin û di zindanan de jiyana xwe derbas dike. Di 74 saliya xwe de, roja 13’ê Çileya sala 1999’an piştî nîvro, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest dide. Mamlê, li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate definkirin.
Stranên ku xwendiye: Çi Bilêm Û Çi Bikim, Baran, Karwana Hay Karwana, Min Dilêm, Xakî Koçey Yarekem, Cûwanê Giyan, Şewa Dinya Wekû Zulfit Siyapoş, Lay Lay Sura Gul, Were Qûrban, Mesture, Hewarçî, Yadim Ke, Heryese Heryese.
EYŞE ŞAN (1938-1996)

Eyşe Şan, di nava civata Kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman û Eyşana Elî jî tê nasîn.
Di Mijdara sala 1938’an de li Amedê hatiye dinê. Bavê wê di vê demê de dengbêjekî navdar bû. Di pejirandina mûzîkê ya Eyşe Şan de rista bavê wê diyarker bû. Eyşe Şan, di zaroktî de ji kilamên dîwana dengbêjên ku di mala wan de ji aliyê bavê wê ve dihat sazkirin de tên digotin, çand û dîroka Kurdan fêr dibe û ji mûzîkê re gava xwe ya yekemîn davêje. Dema ku tê 20 saliya xwe ew jî wekî bavê xwe kilamên klasîk ên Kurdan di dorhêla jinan de dibêje. Lê belê ji ber ku jin bû û stran digotin, bav û nasên wê yên nêzîk, ev yek red kirin û heta mirina wê jî pê re danûstendin nekirin. Û destûr nedan ku biçe Amedê jî. Gavavetina wê di qada mûzîkê de Eyşe Şan, serîrakirinek bû li dijî civaka feodal a zilamserwer. Weke jin ji bo destkeftina nasnameya xwe gaveke wêrek bû.
Eyşe Şan di sala 1963’an de diçe Istanbulê û awazên xwe hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî dibêje. Konsertên cur be cur dide. Sêlikên (plak)xwe çêdike. Ji ber stranên Kurdî bi zextên mezin re rû bi rû dimîne û ji naçarî 1972’an de wekî mişextî diçe Elmenya. Li Elmenya keça wê ya 18 mehî dimire. Eyşe Şan, ji vê bûyerê pir bibandor dibe û strana xwe ya bi nav û deng bi navê “Qederê”, di wan salan de çêdike.
Eyşe Şan di sala 1979’an da diçe Iraqê. Demekê di radyoya Bexdayê de dixebite û berhemên xwe dibêje. Li wir hunermendên navdar wekî M.Arifê Cizrawî, Îsa Berwarî, Tahsîn Taha, Gulbahar, Nesrîn Sêrvan, Cemîlê Horo re hevdu nas dikin û bi hev re konsertan didin. Eyşe Şan, dema ku di sala 1990’î de di nav gelê Kurd de têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş dikeve ew jî weke hunermendek ji vê bandor dibe. Stranên xwe “Newroz û Diyarbekir” û hwd. di vê demê de çedike.
Eyşe Şan, di pêkhateya civaka feodal de di lêgerîna nasnameya jinê de bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dike. Heta sala 1996’an li Izmîrê bi zarokên xwe re û ji ber nexweşiya penceşêrê çavên xwe li jiyanê digre. Di nivîna nexweşiyê de hosî (wesyet) dike ku li Amed wê veşêrin. Lê belê li îzmîrê tê veşartin. Ji ber ku bêkesîtî di mirinê de jî destê xwe ji pêsîra wê nekişand.
Stranên Eyşê Şan xwendiye: Dayikê; Yan Mirin Yan Diyarbekir; Bavê Ferat; Qederê; Lê Lê Bêmal; Zimanê Kurdî Zimanê Me Ye; Keko/Keçê Tu Zanî; Xanimê Lê Lê; Ez Xezal im; Ay Dil; Bavê Seyro; Kirasê Te Melese; Saliho Kurmam; Zerî Heyran; Were Keçê Nav Zebeşan; Esmerê Were/Neyleyim; Sallana Sallana
ARAMÊ DÎKRAN (1934-2009)

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê Ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî Ermenî ye ku bi Kurdî û Ermenî distre. Navê bavê wî Dîkran e. Malbatê wî di dema tehcîra Ermeniyan de ji Amed koçî Oamişloyê bûne. Aram di sala 1934’an de li wir hat cîhanê. Hîn di 9 salî xwe de têkiliya xwe ji bo mûzîkê afirand û dest bi lêdana ûdê kir. Di 18-20 salî de dest bi strîna Kurdî, Ermeniyî û Erebî kir. Di dawet û şahiyên Kurd û Ermeniyan de stran gotin. Sala 1966’an hat Ermenistanê û heya sala 1985’an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fermî xebitî. Di sala 1990’î de wekî penaberekî derbasî Ewrûpayê bû. Di roja 8’ê Tebaxa 2009’an de li Atînayê koça dawî kir. Tevahî 11 albûm derxistiye.
Yek ji stranbêj û mûzîkarên herî baş ên Kurdan e. Bi taybet di Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi stranên xwe, di Kurdistanê de ji aliyê pêşketina welatparezî û jibîrnekirina zimanê Kurdî ve roleke girîng lîst. Rêber APO jî dibêje ku: “Aramê Dîkran hunermendê min e; ew bilbilê Rojhilata Navîn e.”
Aramê Dîkran, bi stran û hunera xwe hêzek daye gelê Kurd. Wî ji Kurdîtî û zimanê Kurdî hez kir û ji ber wê jî hunera resen ya Kurd ji bo xwe bingeh girt. Dema ku li Ewrûpa bû jî xizmet ji mûzîka şoreşgerî yan jî mûzîka berxwedanî re kir. Kilamên Aram ên civakî rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya çanda Kurdan, hêza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, evîna ji bo gerîla û şervanên rêya azadiyê, evîna ji bo mirovatiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê û… tev kevir û binaxa stranên Aram Dîkran pêktînin. Aram Dîkran, bi huner û kesayeta xwe di nav Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e. Wî, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn aşitî û biratî dixwast û bi hunera xwe ji bo vî xebitî. Di nav gelê Kurd û Ermeniyan de wekî pirek bû.
Parçeyên ku straye: Serok APO; Çiyayê Gabaro; Ay Dîlberê; Te Ez Kalkirim; Xemilî Zozan; Bilbilo; Sebra Dila; Lo Lo Pismamo; Navê Yaram in Narê; Wey Lo Li Min; Şev Çû; Şeva Tarî; Bêbextî; Penaber; Ay Dil Ay Dil Dilo Lo; Gelo Ew Kî Bû; Hatin.
MİHEMED ŞÊXO (1949-1989)

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo, di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welêt, li gundê Xecokê yê giredayî Qamişloyê tê cîhanê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo, mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnde dest ji dibistanê ber dide. Di sala 1969’an de dest bi stranbêjiyê dike. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê ‘Koma Serkeftin’, komeke mûzîkê saz dikin. Mihemed Şêxo, 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rehet nehêle û gelek caran tê binçavkirin. Careke din berê xwe dide Iraqê û di nav refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna serhildana Başûr re derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Lê rejîma Îranê jî Şêxo, wek dijberê rejimê dihesibîne û li ser wî zextê dike. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan careke din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê wî dixe zindanê. Di wê dema ku di zindanê de ye strana xwe ya bi nav û deng heps û zindan dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke pêşketî tîne ziman. Hunermend, di sala 1983’an de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an gelek berheman diafirîne. Di 9’ê Adara 1989’an de jiyana xwe ji dest dide. Li Qamişloyê ji aliyê 70.000 kesî ber bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.
Stranên ku xwendine: Ey Felek, Ay Lê Gulê, Nisrîn, Ay Gewrê, Ez Keç im, Heps û Zindan, Zêynebê, Yadê Rebenê, Gundîno Hawar, Axîna Min, Cana Şêrîn, Mihemedo Ronî, Dil Pêrîşan im, Sînemê.