Kovara Sîwan

Mîtolojî,çand, exlaq

«Mîtolojî, afirandina wêjeya destpêkê ye û têkoşîna di nava civak û desthilatdariyê de vedibêje»

Ya ku herî zêde rastiya dîrokê dide nîşandan yek jî mîtolojî ye. Ziman û fikrên wê demê bi riya mîtolojiyê dihatin gotin. Mîtolojiya wê demê di cewher de wêjeya wê demê ye. Ev aîdê çanda neolîtîkê ye. Zimanê wê şaîrane(helbestî) ye. Di van mîtolojiyan de pêşketina çanda El-Ubeyd’ê û şerê di navbera cinsan (zayendan) de pir aşkere tê ser ziman. Mînak, em li Înanna û li Enkî binêrin, li mîtolojiya Mardûk û Tîamat binêrin. Nakokiya di navbera çanda civakê û çanda desthilatdariyê de bi awayekî şênber didin diyarkirin. Ya destpêkê dixwaze jiyana wekhev bê meşandin, lê ya din a zilamê hesûd e. Dixwaze dest deyne ser hemû tiştên civakê, nirxên civakê û wan bike aîdê xwe û bike milkê xwe. Şerê Înanna û Enkî şerê çi ye? Dibêjin 104 M’yên Înanna hene, Enkî diçe vana didize. Dema qala van 104 M’ya dikin qala çi dikin? Qala qanûnên (zagonên) jiyanê dikin. Ango em dikarin bêjin exlaqê jiyana civakê di wan M’yan da veşartiye. Yê ku civakê li gel hevdu dihêle, diparêze û dihêle ku civak bi pêş ve biçe ev zagon in. Di wî şerî de Enkî destpêkê her çiqasî bidize jî Înanna dixwaze wekhev jiyan bikin. Dawiyê Înanna tiştên ku hatine dizîn vedigerîne. Uslûbê (şêwaza) ku mîtolojî tîne ser ziman bi vî rengî ye.

“Lê jin di mîtolojiya Mardûk û Tîamat de winda dike. Mardûk bi ser dikeve. Hemû nirx û pîvanên civakê dixe malê xwe, di hindirê xwe de wana dihilîne û li gorî xwe çandeke nû li ser bingeha zîlamtî, desthilatdarî û dagirkeriyê ava dike.”

Em li mîtolojiya Gilgameş binêrin; dibêjin Gilgameş bi xwe ji bajarê Ûrûqê ye. Ûrûq li Mezopotamyaya jêrîn e. Pêdiviyên Ûrûqê bi daran heye. Diçe daran ji daristana wê derê tîne. Di mîtolojiya Gilgameş de behsa Hûnbaba û Enkîdo tê kirin. Binêrin fen û fesadiya destpêkê di çanda El-Ubeyd de derdikeve. Mîtolojiya Gilgameş dema mirov rast tehlîl bike vî tiştî dibîne. Çîrok bi mêraniya Gilgameş dest pê dike. Çiqas xurt e, çiqas dikarê di xwezayê de li hemberî kesan û tiştan şer bike û li ser pesindayîna Gilgameş e. Dibihîse ku yek di nava daristanê de heye û jê xurtir e yan jî wek wî xurt e. Ew jî vê qebûl nake. Dibêje, pêwîst e kesek ji min xurtir nebe. Dibêje, wê çaxê gerek ez wî bibînim. Wê çawa bibîne? Li rê û rêbazan digere. Herî dawî jineke ku bikaribe him di aliyê fikrî him jî di aliyê fîzîkî de li ser wî bandorê bike dişîne wê derê. Xîtabî xerîzeyên(ajoyên) Enkîdo dike, êdî li wir wî dikîşîne, tîne bajêr. Ango tê vê wateyê ku êdî wî kedî dike. Yanî Gilgameş ji bo Endîko wîsa difikire ku, kesekî di çiyayan, di çolan, di nava daristan û gundan de mayî hov e û nezan e. Kesekî wiha be aqlê wî têrê nake û lazim e ew kes were kedîkirin. Li ser vê fikrê Enkîdo tîne bajar û kedî dike. Heta Enkîdo tê bajêr, “kedî dibe” û dielime jiyana bajêr gelek zehmetiyan dikişîne.

“Deshilatdarî û dewlet xwe di bajaran de ava dike û saz dike”
Devleta Sûmerî di nav bajaran de hebûna xwe çêdike û saz dike. Ji bo ku civaka gund parçe bike li ser her insanekî siyaseteke zirav dide meşandin. Di şexsê çîroka Enkîdo de mirov dikare vê rastiyê bibîne. Jêdera wî ji ku derê ye? Gund e. Dixwazin wî ji gund qut bikin. Çima? Ji bo desthilatdariya xwe bikaribe li ser bide meşandin. Pêwîst bû wî bikişandana ser zemîna xwe. Dewlet ji bo ku bikaribe li ser wan xwe bide ferzkirin, xwe bide qebûlkirin û wan bikişîne nava sîstema xwe pêwîst bû hinek nirxên girêdayî wan bi kar bianiya. Hundirê van nirxan hate valakirin û wisa pêşkeşî wan hate kirin. Li ser xerakirina wateya jinê û wateya parvekirina civakê hûr û kûr difikirin û wê siyasetê didine meşandin. Jinê ji hemû qada jiyanê qut dikin û di nava perestgehan de dixînin. Bi riya wê jinê zilam jî dikşînîn nava wê pergalê. Piştî vê jî, bi wan jin û zilamên kole modela malbatê çêdikin û jine dikin milkê zilam û dikin nava çar dîwaran. Bi vî awayî civak û çandeke nû li bajaran pêş dixînin. Li şûna çanda dayîkê êdî baviksalarî derdikeve pêş. Têkoşîna insan di destpêkê de bi xwezayê re ji bo pêdiviyên civakê bû. Di wê serdema desthilatdariyê de, ew têkoşîn bû şerê di navbera desthilatdarî û civakê de.

“Di navbera insanan de, ango di navbera civakê û desthilatdaryê de êdî şerê çandî dest pê dike. Bajar ava dibin, şaristanî ava dibe; ew jî bi xwe re çandeke desthilatdariyê ava dike.”

Kişandina insanan a ji gundên wan û anîna wan a bajaran gelekî zehmet bû. Eger rahîbên Sûmeran nekaribana ji wan re tiştekî pêşkeş bikirina, wê nikarîbana wana bikişandana bajaran. Mînak, ji wan re dibêjin ”em ê depoyên mezin çêbikin û pêdiviya xwarinê ya salekê em ê tê de hilînin.” Wiha xîtabî xerîzeyên insanan dikin û jinan pêşkeş dikin. Ji bo parastinê jî wiha dikin; sûrên mezin li derdora bajaran çêdikin û ji civakê re dibêjin ”em ê we biparêzin”. Dîsa ji bo ku insanan ji gund û çolan derxînin, bîkşînin û bînin bajaran her sê xerîzeyên insan (parastin, cinsê insan û birçîbûna insan) li hemberî insanan yek bi yek hûr û kûr bi kar tînîn. Di wir de civakekê ava dikin, lê di heman demê de hinek tiştên civakê ku ji wan hatiyê dizîn jî pêşkeşî civakê dikin. Wiha baweriya civakê ji bo xwe digire.

“Çanda dîrokî ya gelan êdî li miqabilê wê çanda desthilatdariyê xwe berdevam dike. Dîrok êdî di navbera van du çandan de bi tekoşîneke daîm diherike”.

Li hemberî çanda desthilatdaran, berxwedana gelan a çandî pêş dikeve. Ev yek berî zayînê 3 hezar salan dest pê dike, 2 hezar salan û şûn de jî ev kûr dibe. Heya roja me ya îro jî ev şer berdewam e. Şer şerê çandê ye. Destpêka çavkaniya çandê û pê re çêbûna çanda desthilatdariyê bi vî rengî derketiyê. Êdî li beramberî hevdu seknek heye, li hemberi çanda civakê tevneke desthilatdariyê heye. Civakên gund an jî civakên exlaqî û polîtîk bi çanda xwe hertim xwestine ku xwe biparêzin. Di heman demê de xwe ava kirine û berdewam kirine. Miqabîle wê, çanda desthilatdariyê jî her xwestiye li ser nirxên wê civakê xwe bide jiyandin.

“Dîn, nirxê civakê bû. Desthilatdarî dîn xirab kir û dewlet jê derxist”
Rahîbên Sûmeran wê demê di aliyê olî de, di aliyê zihniyetê de, di aliyê pêdiviyên mirovan ên jiyanî de xîtabî civakê dikin. Bi rastî jî encamekê jê digirin. Rahîbên Sûmeran di aliyê zihniyet û teknîkê de gelek tiştên ku di civaka dayîksalarî yan jî civaka gund de berê hatibûn afirandin li gorî armancên xwe zêdetir pêş dixin. Hinek tişt aîdê civakû bûn, lê ew kirin aîdê devletan. Çanda devletan bi xwe di mabedan(perestgeh) de çêdibe. Cihên ku rahîbên Sûmeran lê dimînin mabed in, perestgeh in. Di wan mabedan de esasên dewlêtê ava dibe. Îro jî hîn jî tê nîqaşkirin; hemû dewletên kapîtalîst dibêjin em laik(rêveberiya ku karên dîn û dewletê ji hev cuda dikin, ilmanî) in. Laik çi ye? Dibêjin karê devlet û dîn ji hevdu pir cuda ye, nakeve nava hev. Rebertiya me jî bersivê dide. Dibêje: “çawa dibe ku, dîn û dewlet ji hev cuda ye.” Jixwe dewlet ji hundirê dîn û di nava mabedê de derketiye. Dîn bi xwe berê aîdê civakê bû.

“Dîn di aliyê hizra insan û felsefeya insan de roleke pir mezin leyîstiye. Dîn di heman demê de di çanda civakê de jî roleke mezin leyîstiye”.

Ji ber ku wê demê di aliyê zihnî de peşketîna civakê li ser baweriyê pêş diket. Çima? Ji ber ku manewiyata insan di wir de bû û wiha çêdibû. Fikrê insan, qalibên fikrê insan, qalibên dînî ji wir derketin. Dîn wateyek di însan de çêdikir û hewldana xwe avakirinê dida insan û têde manewiyat dida çêkirin. Wateya insan ji di wir de çêbû. Dewlet jî li ser vê bingehê di hundirê dîn de ava bû. Ji ber vê yekê her çiqas pergala kapîtalîst û zanyarên wê her bêjin dîn û dewlet hevdu cuda ye û bi vê nêrîna xwe hewl bidin civakê bidin bawerkirin, lê di rastiyê de ne wiha ye. Dîn bi xwe, di destpêkê de, di çêbûna civakbûnê de heye û ne aîdê dewletan e. Lê dewlet, ji ber ku bikaribe desthilatdariya xwe li ser gelan ferz bike, hebûna xwe mayinde bike û civakê bike kole û ji bo ku xwe bişixulîne pêwîstiya xwe bi dîn dibîne.

“Eger ku dewletan dest neavitina dîn û bi aliyê xwe ve nekişandina, li gorî xwe şîrove nekiribana, wê çaxê wê nikarîbana di wê astê de li ser insan û civakê bandora xwe bikirana”.

Saziya dewletê û desthilatdariyê li ser civakê bandora herî mezin bi riya dîn çêdike. Niha jî wiha ye. Halbûkî dîn bi xwe nirxeke herî pîroz yê civakê bû. Civak xwe di riya baweriyê dide avakirin. Ew jî şêwazê jiyana insan diyar dike û manewiyeta insan dide diyarkirin. Desthilatdariyê di wir de qutbûna ji civakê daye çêkirin. Bi vê riyê xîtabî rihê insanan dike û dixwaze di wir de insanan hêsîr bigire û bikişîne aliyê xwe. Ew tişt jî bi riya hunerê kir. Bandora hunerê li hember civakê bi kar tîne. Bîrdoziyên ku di destpêka dîrokê de çêdibin heya roja me ya îro mîtolojî, dîn, felsefe û zanist in. Mîtolojî, dîn, felsefe û zanist bingeha fikrên bîrdozî yên civakbûna insan in û heya roja me ya îro tên. Wê demê him di aliyê olî him jî di aliyê rêveberiya civakê de mîtolojî dihat bikaranîn. Di heman demê de aliyê wê yê hunerî yê rasterast xîtabî ruhê insanan dikir jî hebû. Xîtabî manewiyata insan dikir. Zilamê nêçîrvan, derewîn û qurnaz dema ku xwe bi rêxistin kir û kir desthilatdar dest avête nirxê civakê; ji bo ku bikaribe li ser civakê hukmê xwe berdewam bike dîn û huner weke amûrên herî esasî bi kar anî. Wiha nekiriba wê tu carî nekarîba civakê bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku civak li derdora hinek nirxan kom dibe. Dewlet û şaristanî jî di ferqa vî tiştî de ye. Ji ber vê yekê hemû nirxên civakê wê bigire, hundirê wê vala bike û li gorî xwe şîrove bike. Bi riya hunerê û dîn civakê bi giştî bi xwe ve girê bide.

“ Çanda destilatdariyê, li ser derew, dizî û tunekirina nirxan pêş dikeve”
Dema mirov van tiştan nîqaş dike mirov dibêje “ma qet tiştek di aliyê civakbûnê de pêş neketiye?” Jixwe tiştên pêş ketin aîdê civakê ne, ne yê dewletan e. Di aliyê çandî û hunerî de afirandinên ku çêbûne hertim nirxên civakê ne. Xirabkirina wan nirxan aîdê dewletan e. Di dewletan de çi heye? Derew heye. Ji bo ku insanan bikaribe qanix bike riyên cuda cuda bi kar tîne. Derew ji bo dewlet û desthilatdaran dibe çandeke esasî. Çi tiştê dewletê hebe derew e. Hemû tiştên civaka xwezayî, exlaqî û polîtîk dîziye, li gorî xwe şîrove kiriye û kiriye malê xwe. Pê re dîsa dide civakê û li ser ferz dike. Wekî bi xwe ava kiriye, bi xwe çêkiriye di hafizeya civakê de dixwaze vê hişmendiyê bide bi cihkirin. Di vir de jî xapandinek kûr û dirêj heye. Ji ber ku bê çandiya herî mezin dîzî û derew e. Dema em vana dibêjin wekî “ew aîdê dîrokê ne û bi roja me ya îro re tu tekiliya wê tune ye” lazim e mirov wiha negire dest.

“Em bifikirin, derew di nava me de, di nava tekiliyên me de çiqas bi bandor e? Ew çanda dewletê di nav kar û xebatên me de çiqas heye? Mirov dema ku kar dikin û ruxmê ku dizanin xirab e jî çima vî tiştî dimeşînin?”

Di vê mijarê de dizi, derew û xirabiyên ku di nav civaka me de heye, helwest û tekoşîna me li hemberî vî tiştî çi ye û di çi astê de ye? Dema ku em vî şerê çandî nedin meşandin li hemberî vî tiştî em nesekinin wê çaxê em ê li hemberî desthilatdaran çawa bisekinin? Em şerê çandê dikin. Di vî halî de em çawa bijîn ku em şerê çandî bikin? Dewlet û desthilatdarî bi riya vê derewê li gor xwe tiştê ku çêdike, li hemberî çand û civakbûna mirovan û parçekirina civakê çêdike. Di nav civakê de insanan yek bi yek derdixe û kesayetiyê parçe dike û ezezîtiyê ava dike. Ew kes êdî dibe “ez” yanî “ez û ez”. Li derveyî civaka xwe, dinyayek wî ya cuda heye. Kesayetiya ku desthilatdarî ava dike xwe ji civakê qut dike. Hin pirsgirêkên civakê jî ji wir dest pê dike. Insanekî ji gundan derdixe tîne bajaran. Wê ev kes çawa jiyan bike? Tu li ku derê çêbûyî ne ew der, tu li ku derê têr bûyî ew der xistin welatê kesan. Em binêrin çi xapandinek mezîn di vir de heye. Di civaka komunal û demokratîk de tiştê esasî tu li ku derê çêbûyî, tu aîdê wê derê yî. Ne ku tu li kur têr bûyî tu aîdê wir î. Şaristanî û dewlet bi riya derewan van tiştandi mirovan de ava kir, çêkir. Ew tişt heta niha jî berdewam dike. Roja me ya îro ev kûrtir bûye. Wê wextê em dema ku çanda modernîteya kapîtalîst dinêrin, li ser van tiştan hîn zêdetir û berfireh em dikarin lêhûrbûnekê bikin û zêdetir jê fêm bikin. Dema ku me wiha girt dest, wê demê em dikarin xwe jî pê re fêm bikin. Şêwazê fikirandin, nîqaşkirin û karkirinê bila ji vê rastiya dîrokê qut nebe. Ji ber ku mijarên ku îro derdikevin pêşiya me bi dîrokê vê girêdayî ne û ji dîrokê tên. Ew jî tê wê wateyê ku em dîrokê nîqaş dikin. Wê demê em nikarin çavkaniyên pirsgirêkan ji dîrokê qut bikin. Jixwe şaristaniya navendî ango dewletî vî tiştî çêdike. Dîrokê ji tiştan û ji roja îro qut dike. Pêwîst e em jî vegerin eqsê wê. Dîrok çi ye, çima pêwîstiya me bi dîrokê heye? Dîrokeke çawa gerek em bigirin; dîrokeke çawa û çima dîrok? Dîroka çanda gelan em ê çima û çawa bigrîn dest, çawa nîqaş bikin? Heke di van mijaran de lêhûrbûn û fêmkirineke me ya kûr tune be em nikarin pirsgirêkên vê serdemê nas bikin û tahlîlên wan bikin. Bi vê rastiyê ve girêdayî em nikarin şexsê xwe jî, şêwazê fikirandin û jiyana xwe jî na sbikin û wateyekê bidinê. Guhertinên ku di aliyê şêwazê fikrandin, jiyandin û karkirinê de tên xwestin jî em ê nikaribin pêk bînîn.

“Dîrok niha ye, niha jî dîrok e”
Di merheleya ku heya roja me ya îro hatiye de di encamê de êdî du çand tê pêşiya me. Çanda berxwedana gelan û çanda desthilatdaran. Têkoşîna wan ev 5 hezar sal in berdewam dike û dimeşe. Di vir de em çima behsa dîrokê dikin? Di vir de rola dîrokê pir girîng e. Dîrok çi ye û çima em vê dîrokê bi vî rengî nîqaş dikin? Ji ber ku tiştê ku em îro jiyan dikin hemû encamên dîrokê ne. Ji ber ku dîrok zakîreya(bîra) insanan çêdike. Ji ber wê em nikarin xwe ji dîrokê qut bikin. Fikrê insan di wir de ava dibe. Yanî dîrok tu carî ji hev ne qut e. Ji ber wê dîrok him pêşeroja me ye him îrojê me ye him paşeroja me ye. Rêbertî(Rêber Abdullah OCALAN) jî bi vî rengî pênase dike. Wê çaxê em tehlîla sosyolojiya (civaknasiya) civaka kevn û sosyolojiya çanda gelan di hundirê dîrokê de çênekin, em ê nikaribin roja xwe ya îro jî bi wate bikin û paşeroja xwe ava bikin. Çima em van mijaran pêwîst dibînîn, lêkolîn dikin û nîqaş dikin? Ji ber çanda em îro tê de jiyan dikin, îro her ku diçe ji çanda esasî ya resen dûr dikeve û ber bi xirabiyê ve diçe. Eger ku em îro li ser exlaqê disekinin û nîqaş dikin em dixwazin pêşiya vê xerabiyê bigirin, lê îro ew exlaq jî nemaye. Weke pêwîstiya herî girîng divê mirov çand û exlaqê, di asta şoreş û şoreşgeriyê de bigire dest. Ji ber ku ji bingehê ve çand û exlaqê ku em nîqaş bikin li derveyî şoreşê çênabe. Di dema destpêka çêbûna gelan de ji çand di asta şoreşê de hat destgirtin û wiha ava bû. Em bi navkirina wê jî wiha dikin. Çanda şoreşa neolîtîkê em bi vî rengî bi nav dikin.

“Eger ku îro, em ê hinek tiştan çêbikin, ava bikin û bi nav bikin lazim e em çand û exlaqa şoreşgerî nîqaş bikin. Em ji vê çavkaniyê dûr bin û em ji vê avabûna destpêkê xwe dûr bikin em ê roja xwe ya îro nikaribin rast tahlîl bikin”.

Ji bo vê yekê divê hertim vegera me ya li dîrokê hebe û pêwîst e tiştê ku em biafîrînîn li ser vê esasê bin. Ji ber ku herkesê dîrok li gorî xwe şîrove kiriye. Di serdemên heyî de, di nav civakan de her yekî bi rengekî ev dîroka heyî şîrove kiriye. Hinekan bi riya dîn, hinekan bi riya mîtolojiyê, hinek bi riya felsefeyê û hinekan jî bi riya zanistê şîrove kiriye. Herkes li gorî bîrdoziya xwe dîrokê tahlîl kiriye. Dema ku civaka xwezeyî ew dîrok afirand, dîrok di nav zagonên xwe yên xwezayî de dihat jiyankirin û diherikî. Lê dema ku desthilatdarî derdikeve, êdî dîrokê bi şêwazekî din digire dest û dide meşandin. Ev jî, gava din me anî ziman, ji ber tespîtên îdeolojîk ji şîroveyên cuda re rê vedike. Yanî di aliyê desthilatdaran de înkara jiyan, afirandin û berxwedaniya civakan pêş dikeve. Tiştên ku desthilatdarî inkar dike jî rastiya civakbûna insan û rastiya civakbûna gelan e. Lê belê vî tiştî pir aşkere înkar nake. Heta ji civakê re dibêje ” ez jî bi te re û hemû nirxên te re me û ji bo parastin û pêşxistina wê ez heme.” Wiha, weke ava ku di bin kayê de diherike û kes nabîne civakê ji koka wê ve dirizîne û ji bingehê wê ve hildiweşîne. Kesên ku rastiya çand û exlaqê û rastiya desthilatdariyê nizanibe, li beranberî wan berevajiyên desthilatdariyê û beramberî ew şexsê ku bê exlaq kiriye nikare sekneke diyarde bide nîşandan. Ji ber wê yekê em divê rastiyên dîrokê û desthilatdariyê bizanibin û xwe jê dûr dest negirin. Ew seknandina rast û şoreşgerî bi xwe re tiştên nû ava dike. Di şexse xwe de nirxên civaka gelan pêş ve dibe.

“Desthilatdarî girêdana her tiştekî ji hevdu qut dike û parçe dike. Parçebûna civakê jî heya roja me ya îro dewam dike”.

Niha ew jî şewaza destgirtina jiyanê û çanda desthilatdariyê îfade dike. Wê çaxê şêwaza jiyan û çanda desthilatdaran çi ye? Eger wekî çandekê em bikaribin binirxînin wê çaxê ew çand, ew şêwaza jiyanê çawa ye? Di vir de pêwîs te em muqayeseya van tiştan bikin. Çi baş, çi ne baş divê em nas bikin û ji nav hevdu derxînîn. Divê em hemû taybetmendiyên nirxên civakê bizanibin û wan ji bo xwe bigirin.

Têbinî: Ew nivîs, broşûra “Çand û Exlaq” a Tev – Çandê hatîye girtin.

Related Articles

Back to top button