Kovara Sîwan

Dawî li helbestê tê yan helbest xwe nû dike?

Kamran Simo Hedilî

Ez ê bi pirsan dest bi nivîsandina vê mijarê bikim. Gelo mirov dikarê bêje bi derketin û pêşketina beşên wêje yên nû re dawî li helbestê tê? Bi peyveke din heke were gotin, gelo helbest êdî girîngiya xwe winda dike? An jî helbest li gorî pêşketinan xwe nû dike?
Ev rastiyeke li serdema me, helbest rola pêşengiyê bi beşên din yên wêje re par ve dike.
Heta serdemekê ji pêşveçûn û veguharînan re helbestê bi tena serê xwe pêşengî dikir.
Ol, felsefe, dîrok û wekî din hemû bi awayê helbestê dihatin nivîsandin. Li serdema me, her yek ji wan bûye beşek û her beşî jî di nav xwe de bi çend coreyên cuda têne nivîsandin.
Lê ev nayê wateya helbest girîngiya xwe windakirî ye û êdî ber bi mirinê ve diçe. Heke helbest zimanê hestan be û hest jî ên mirovan bin, heta demeke dirêj helbestê di ken û girî yê jiyana rojan de cihekî girîng bigire. Li serê govendê, dê hê gelekî desmala şer û aştiyê bihejîne.
Em dizanin pêşketinên civatê, wêje û hunerê nû dikin. Her welê wêje û huner jî, hizir û hestên civatê pêş dixin. Civat bandorê li wan dike û ew jî bandora xwe li civatê dikin. Bi vî awayî hem wêje û huner civatan bi pêş ve dibin, hem jî civatên xwe nûkirî, dikin kedkarên wêje û huner xwe nû bikin.
Ji ber wê nivîskarên hemû beşên wêje, heta ji wan tê hewildidin xwe bigihênine asta bilindkirin û pêşxistina beşê xwe. Nivîskar, hunermend, wênesaz, helbestvan bi kurtî kesên bi wêje û hunerê re mijûl in, xwe neçarî nûbûnkirinê hîs dikin. Ji bona karibin berhemên xwe bi rêbazên nû pêşkêş bikin, her roj xwe nû dikin. Bi awayekî nûjen dixwazin pêşengiyê ji pêşxistina civakê re bikin.
Tê zanîn bê çiqasî bandora wêje û hunerê di pêşxistina civatê de heye, ewqasî bandora civatê jî di nûkirina wêje û hunerê de heye.
Her welê wêje û hunera serdest û yên din jî, ji hev sûd werdigirin û bandorê li hev dikin. Bi giranî çandên serdest li ser veguhartina çandên din bandora xwe dikin. Mînak ji çaxên kevn û heta sedsalên navîn bandora çanda Rojhilata Navîn li ser çanda cîhanê hebû. Li serdema me, bandora çanda dewletên mezin (Emerîke, Ewurpa, Japonya, Çîn û Rusya) li ser çanda cîhanê heye.
Gelên cîhanê çand û hunera xwe li gora çand û hunerê serdest rast dikin. Ne tenê ji aliyê ciwankarî ve têne rastkirin. Formê rêstinê, wêne, destnîşankirina sembolan, naverok, hevdengî û wekî din jî têne rastkirin.
Lê ev rastkirin ji bona gelên hê negihiştin mafê xwe yî netewî bi navê pêşxistinê, dikarê bibe sedema winadkirinê jî.
Mînak li roja me bi bandora wêje û hunerên dûr re, bandora çanda dewletên dagîrker û wêjeyên gelên wan li ser gelê kurd heye. Nivîskarên bi kurdî dinivîsin, divê bihişyarî nûjeniyê li nav berhemên xwe bihûnin. Ji rehên dîrokî yên digihine hezarên salan ber bi nûjeniyê ve werin. Bi awayekî din bêjim, nûjeniya berhemên xwe bigihînin ser kaniya çanda xwe ya kevnar. Bêhna berhemên xwe bi kevneol, dîrok,destan, gotinên pêşiyan, çîrok û çanda dengbêjiyê xweş bikin. Ji wir ber bi nûjeniyê ve werin. Ji vê kanî yê her zêde helbestvanan divê avê vexwin.
Li vir dixwazim li ser xisûsiyetên helbestê çend tiştan bêjin. Ev xisûsiyetên helbestê ji terefî her kesî ve were pejirandin jî, ji rewşa danasîna wê re kêm dimîne. Sedema helbest hîn jî nikare bê danasîn, dibe ne ji ber tênegihiştina dema wê be. Lê dibe ji ber cudabûna xeyal, raman û hastên nivîskarên wê be. Helbestvan mirov in, tiştekî xwazayî ye heke hest, raman û nêrînên wan î dinyayî cuda bin. Ramana helbestvanan çi be, hestên wan jî wê dibêjin. Ji bona têgihiştina helbestê, dîsa helbest bi xwe, xwe dide nasîn. Ji ber cuda bûna hestên nivîskarên helbestê bi awayekî tenê danasîna helbestê di ti pîvanê de bi cih nabe.
Digel vê yekê jî, gelek helbestvanan serê xwe li ser helbestê êşandine û diêşînin. Ev kiryarên wan hişmetkariyê (heyrantiyê) di hestê me de çê bikin jî, ew nedanasîna helbestê ne. Di derbarê helbestê de zanînê didin me. Ev zehmetî û serêşa helbestvanan bi tenê dewlemendkirina asoya mirovan e. Cîhana me bi saya serê wan û helbestê ber bi kamilbûnê ve diçe. Ev rêwîtî dê berdewam bike, heta mirov li cîhanê hebin. Bi hatina mirovan re destpêkir û dê bi mirovan re jî berdewam bike.
Li her serdemên pêşketinên nû, helbestvanan awayên nivîsandinê yên nû peydekirine. Li her veguharîn û pêşketinên nû, hate gotin, ´´êdî temenê helbestê bi dawî hat.´´ Li her veguhartinê, mirina helbestê hate gotin û baweriya xwe nûjen bike lawaz bû. Lê helbestvanên jîr û zane temendirêjiya helbestê nîşandan. Jîndarbûna helbestê bi civatê dane pejirandin û helbestê riya xwe berdewamkir.
Pablo Neruda, li hevpeyvîneke di derbarê berdewamkirina temendirêjiya helbestê de bersiveke welê dide:
’’ …Ya ez dizanim dê di sedsala bîstan de helbest nemire. Di her deman de mirina helbestê hatiye xwestin. Lê wisa xuyaye dê heya heta yê bijî. Gotin bi Dante dawiya helbestê hat. Lê piştî kurte demekê Jotge Manrique çirûskek pêxist û ew çirûsk di siyê de biriqî. Paşî Viktor Hugo bi qasî tiştekî ji yên dû xwe re nehêle, her tişt malişt û bir. Lê pir tê re neçû, yekî nazik bi navê Charles Baudelaire derket, li dû xwe jî serseriyekî bi navê Arthue Rimbaud kişkişand û helbestê bêhneke nikûnû bi dest xist. Kê bawer dikir dê piştî Walt Whitman helbest were nivîsandin? Wî hemû mêrg çandibû, kesî nikarîbû li ser şênkaniyiyê bimeşiya. Bi vê re, Mayakovskî derket û bi dengê boriyan, bi dengê teqîna tifingan, bi axînkişandinan, bi îskînan, bi dengê trênan û bi dengên erebeyan maleke helbestan ava kir. Çîrok wisa dewam dike.
Pir vekirî û eşkere ye dijminên helbestê amade ne çavên helbestê derxînin, destên xwe têxin qirika wê û wê bifetisînin…´´
Ji roja mirovan dewlet damezirandin ve, gelek caran gelek hikumdar bi dijwarî çûne ser helbestvanan. Li her serdemê bi tawanbariya gel li dijî dewletê teşwîqî serhildanê dikin, helbestvan girtin, kuştin û sûrginî welatên dûr kirin.
Bi çavtirsandin û xapandinê kirine, hin kes dev ji nivîsandina helbestê berdin. Lê em nikarin bêjin bi vê rêbazê bi serketine. Ji ber helbestvanên mîna Federico Gacia Lorca yê Spanî, yê berî gulebaran bikin, helbest xwendî her demê hene:
´´Mirovê ne azad çi ye?
Ji min re bêje, Mariana.
Bêje, çawa ji te hez bikim heke ne azad bim?
Ez çawa dilê xwe ji te re vekim heke ev dil ne yê min be?´´
Heta jiyan hebe yên mîna Lorca li helbestê xwedî derkevin dê hebin û helbest jî dê mîna keniyek zelal biherike û biherike.
Li welatê kurdan jî, her serdemê li her serhildanê helbestvanên mîna seydayên Cigerxwîn û Tîrêj hebûn.
Heta hozanvanên dengxweşên wêrek yên mîna Mihemed Şêxo, Mizgîn û Serhad hebin, helbest dê li welatê deşt û çiyan jî hebe.

Related Articles

Back to top button