Kovara Sîwan

Helbestvan Dildarê Mîdî

Xalis Misewer

Di sirûda, bi navnîşana: (Ji ber çavê mi naçê)
Dildar weha dibêje:

Ji dil min hilm û pêta Ar difûrî
Ji ber çava hingî herê, di gorim
Şehîdim ez tevde ji xwînê sorim
Di gorê jî dibînim te ne korim

Ev sirûd yan mîna sirûda rûbend (القناع) ez dikarim bi nav bikim, ku ev rengê helbestî kêm li bal hlbestvanên Kurd tê bikaranîn.
Navnîşana sirûdê jî dide xuyakirin, ku helbestvan girêdaneke xurt di navbera xwe û pakrewnên welatê xwe de peyda dike. Hest, dil û çavan bi hev re dixe lebatê, û taployeke cengedarî pir dijwar diafirîne.
Giyanê şoreşgêrî di nava wî de hatiye çandin. Û bi şehîdê xwe re, li vir di nav reqereq û gurmîna çekan de tê dîtin. Bi vî hawî Dildarê Mîdî pakrewan û şehîdên xwe ji ber çavên xwe tucaran wenda nakî, û herdem wêneyên rûyê wan yê spehî, li ber çavên wî radiwestin, û di mêjiyê wî de têne çapkirin û bi xwîna van şehîdan pir serfiraz û xwedî maf û pir serbilind xwe dibîne. Lê ew giyanê xwe û şehîd tevlihev dike, laşê xwe jî bi xwîna şehîd sor dike û dibêje: – Şehîd im ez tevde ji xwînê sor im- Ev firêza ha wêneyekî pir helbestyar û bi wate û zelal dide. Wiha Dildar helbestên xwe yên bi hêz û bi hestên netewî, li ser pakrewanên xwe dibêje û dibilîne. Lê gelek carnan jî ew xwe dide alî û rê dide pakrewanan, ku bi zimanê xwe, bi gotinên xwe yên bi hêrs û hêz bipeyvin, ji ber wilo helbestvan karîbû taployeke spehî, ji pakrewanên qada şerê Kurdan li dijî dijmin biafirîne, ew taploya ku bi xwîn, hilm, û rivîna agirê ji dilê şehîd difûre hatiye rengdan bi zelalî bîne berçavê xwênerê xwe û li ser navê şehîd dibêje: – Ji dil min hilm û pêta ar difûrî- Şehîd im ez tevde ji xwînê sor im. Bi vî wêneyê bi wate û bi (ibret), ku bi rengên şer û cengê hatiye xemilandin, helbestvan dikarîbû wan pakrewanên canfida ji welat û miletê xwe re bi rengekî dahênan û zîrek pêşkêş bike.


Mîna me dît jî, pakrewanên Dildar herdem di nav xwîna xwe ya sor de vedigizgizin, ku xwîn li cem wî nîşana welatparêzî, rûmet û canfîdayê ye, vê re jî kelepûra Islamê û kurdan jî di helbesta xwe de xweş bikar tîne, ku ew jî di (Qur-an)ê de hatiye: (Nebêjin yên ku di rêya xwedê de Şehîd ketine ew mirine, lê şehîd in li bal xwedayê xwe, sax in û direziqin). Û şehîdên wî di gorê de jî bi çav in ne kor in- Di gorê de jî dibînim te ne kor im- ew jî dîsa tê wê manê, ku Kurd dibêjin: Mirî mirovan dibînin nemaze roja êvara înê. Dîsanê qafiya – digor im- sor im- kor im- mûzîk û ritmeke xweş û bi awaz dide ber guhê mirov û awaza ji tîpa/m/ tê der nemaze ji rêza sisiyan ku dibêje: – Şehîd im ez tevde ji xwînê sor im- ev rêza ha awazek bi hewes û bi mûzîk û hêrs bi hev re, li ber guhê mirov dicivîne, nemaze awaz û ritma ku ji tîpa – Z- tê der, rehên qirikê mîna têlên tembûrê dilerizîne û hêrsên mirov radike serxwe, wêneyê cengeke bê îzbat dide xuyakirin.
Ji ber wilo em dikarin bêjin: Ku Dildar di warê welatparizyê de, helbestvanekî xwedî hestekî bilind e û dizane bê di ku de hesta xwe vala bike nava peyvan, bi peyvên xwe di nav bihuşta şehîdan de xwe jî peya dike, peyvên wî tevlî ku bi rengekî kilasîk û sembolên sivik û lasayî hatina rêsîn, lê bi hostayî peyv û hevokên xwe li hev lêkdan û siwarkirine. Dîsanê wêneyekî hunerî û zîrek di vir de helbestvan dide xuyakirin, ew jî di rêza çaran de ye ku dibêje: – Di gorê jî dibînim te ne kor im- û tiştê me gotibû dide xuyakirin, ji ber ku wî negotiye – di gorê de dibînim te-

  • lê gotiye: Di gorê /jî/ dibînim te – ev morfema /jî/ ji bilî ku rêza helbestê bi ritim û rewan dike, ew vî wêneyê hunerî ji dîtin û fedakariya Şehîd re teqze û bê sînor dike, ango tê wê maneyê ku Şehîd ne li dinê bitenê, fedakar û bi hiş û bi çav e, lê ta di gorê de jî, ew bi çav û gavên xwe, bi welat û miletê xwe re ye.
    Sirûda: Cilê Cejnê

Em jî weke gelê xwe
Tim dihatin xapandin

Cilê Cejnê, ev navnîşan diyar dike, ku helbestvan xwenasîneke netewî li bal xwe xweş peyda kiriye, ew xwenasîna netewî di mêjiyê wî de pir pêşketî tê dîtin. Diyar dike ku helbestvan, bi miletê xwe yê Kurd ve jî, nema bi hesanî mîna demên berê têne xapandin. Ji ber ku bi karê buhêrk (الفعل الماضي) /dihatin/ gotina xapandinê dide nasîn, nexwe di dema niha de xwenasîneke bêhemta di mêjiyê helbestvan û miletê wî de hatiye çandin û ji îro pê de dijmin nema dikare wan bixapîne.
Cênavê /em/ jî, di orta helbestvan û milet de, yekîtiyeke resen diafirîne, ango bi rêya cênav hestên xwe û miletê xwe yê kurd, bi germî tevlihev dike. Dîsanê em dikarin bêjin, ku ev wêneya /cilê cejnê/ ji hokarên helbesta nûjen tê jimartin, ku cejn mîna mirovekî bi cil û mil dibîne. Bi vê cênavê/em/ dide zanîn jî, ku ew çêl li rewşenbîr û siyasetmedarên kurd dike, ango dibêje: Dema Berê Kurda bi dilên xwe yê pak û bi mirovantiya xwe, hemû kes û hemû gelên li hawîrdorên xwe mîna bira ji xwe re didîtin û hê jî dibînin, lê kesekî ta niha ew ji xwe re bira nedidîtin, ango weke ku tê gotin: Kurd herdem li dilê xwe diçûn. Lê Kurdên niha xwe nas kirine, û nema weke berê zûbizû têne xapandin.
Ev peyva – xapandin- ya di rêza dawî de hatiye. Mirov li tîpên peyvê û mûzîka ku jê der tê guhdar bike, wê bê dîtin ku vê diyardeya xapandinê di dîrokê de, pir sergêjî ji miletê Kurd re çêkiriye, ji ber wilo ev peyv bi tîpên giran û bi mûzîkeke hişk hatine lêkdan û siwarkirin, mîna- Xa- Pan- Din…- ev ritim û mûzîka hişk dengekî dide mîna dengê ku mirovek bi kaşekî ve hilkişe- Xa- Pa- û dûra serberjêr bibe û serserî bê xwarê, ku dengê gurmîneke mezin ji ketina wî bê – pan- Din..n..n…- dîsanê dengê tîpa /N/ di bêvilê de bi awazekî stiranî der tê, ku ew jî herdem strana ketin, binpêkirin û xapandina miletê Kurd e..!.
Lê mîna me gotibû, helbestvan li vir giyanê xwe yê şoreşgêrî dide xuyakirin û dibêje: Ey Kurdo, bes e rabe şiyar be vaye xapandin dawiya wê hat..! Û bi xwenasîna xwe ev peyva mîna feyrûsê nexweşyê te ew binax kiriye.
Dîsanê helbestvan di sirûda: (Rêça Rast) de dibêjê:

Miletê Kurd bes e êdî ta bi kengî berberî
Rêya rastiyê xuya kir ta bi îro şevder î
Yekîtî doza te bî ger tê qizincan bidî dest
Vêkevî rengê şemalan tu di cîhan fener î
Tev li pey rêça şehîd bin ta welat rizgar bibî
Ev e yekîtiya rastî her bijî û aferî

Rêça rast- Ev peyv bi rengekî giştî hatiye, nexwe ji kurdan hemyan re hatiye gotin û nîşankirin. Lê gelo rêça rast di mêjiyê helbestvan de çi ye..? Bêguman ew jî di warê vê helbesta Îdyolojîk de, ji miletekî bindest wekî miletê Kurd re, rêya yekîtiyê û hevgirtinê ye. Ango tê xuyakirin ku helbestvan doza yekîtiyê bi germayî li miletê xwe yê Kurd dike. Wiha serxwebûna welêt bi van herdû tiştan, bi yekîtiyê û bi xwîna şehîdên Kurdistanê ve girê dide.
Bi vî hawî şehîdê Kurdan, li cîhanê mîna mûm û feneran bi rûmet û payebilind dibîne, çimkî bêyî şehîd û şehadetê, miletê Kurd tuçaran nagihêje daxwaz û azadiya xwe.
Dîsanê ji qafiya sirûdê ku ji tîpa/r/ xwe dispîre tîpa/î/ hevgirtinekê di navbera ritim û wateyê de diafirîne. Di warê bedewbûna(estetîka) wêneyên hunerî de, hinekî rapor û rasterast di rêzên sirûdê de, nemaze di rêza sisiyan û ya pênca de têne xuyakirin, çimkî hinekî bi ritm jî hatiye, lê rapor û rasterast xweş têne xuyakirin çaxa dibêje: – yekîtî doza te bî ger tê qizincan bidî dest- tev li pey rêça şehîd bin ta welat rizgar bibî- ew jî ji ber ku helbestvan sembol bi kar aniye û nivîsa xwe di van rêzan de rêça rasterastiyê bernade. Van rêzan jî kêş û ritma sirûdê şikandiye. Weke em zanin jî, di warê rexnê de sirûda bi stran kilasîk tê hijmartin û wiha jî helbestvanê me sirûda xwe pêkaniye, ji ber wilo tê xuyakirin, ku di van malkên ha de qafiyeke kilasîk bi dengê stran û mûzîk û bi ritmeke xweş ji qafiya ku bi fonema/ rî/ bi dawî bûye li ber guhê mirov dikeve, hêrsên mirov radike û hesteke şoreşgêrî di nava mirov de diçîne. Nexwe di vê sirûdê de şopa şêwaza Seydayê Cegerxwîn xweş tê xuyakirin. Dîsanê tevlî ku yekîtiya taybetî di nav peyvên rêzan de zû nayê xuyakirin, lê em gûman dikin ku ji kesên pispor ve – pir xuya ye- ku yekîtî û hevgirtina rêzên sirûdê ji aliyê hestan ve xweş tê xuyakirin. Ango yekîtiyeke bi hewes û hest, pir zelal di rêzên sirûdê de têne xuyakirin.
Di sirûda bi navê: Xwîn Baranê de dibêjê:

Xaka me bi xwîna /Simko/ va hatiye avdan bahoz na mirîne
Buhara bi xwînê her demî kû bête avdan bahoz na mirîne
Sûndê dixum şopa şehîdan qet nayê berdan rêça me tîne
Kes dê nikarî qet bibêjî şehîdê Kurdistan herdem bê xwedîne

Ev rêzên dirêj bi bêhneke fereh hatine hûnandin, lê ji ber ku rêzên şoreşgerî û welatparêzî bi hêrs û dileriz in, divabû ku rêzên wê hinekî kintir bûna, ku herdem rêzên kin bi hêrs û erniyê re têkildar in. Ya din em dibêjim: Ku wêneyeke hunerî û nûjen li vir helbestvan dide xuyakirin, çaxa xwîna şehîdan mîna avdanê ji erdê re dipesinîne, çawa av erdê sax dike û giha, çîçek û kulîlkan tê de hêşîn tîne, wiha jî xwîna şehîdan xaka Kurdistanê av dide û rewa dike, ku ev xaka ha nema bahoz dikare wê li ber xwe bibe û tune bike. Li vir jî bi şêweya taybetmendiya Allegory (كناية) berxwedana Kurdan hatiye nîşandan, ew jî dema ku dibêje: Ew buhara li vê xaka bi xwînê hatiye avdan û rewa bûye, tucaran bahoz nikare şînahiya wê biharê biçilmisîne û payîzê bi ser de bîne.
Dîsanê helbestvanê me, kelepûra Kurdî di van helbestên xwe de baş wezîfedar dike,
Ku herdem xak û xwîna Kurdan li welêt tevlihev bûye û xwenasîna miletê Kurd ya hemdmîn dide nasîn, dengê xwe dibe hawîrdorî xwe û dibêje: Gelî xelk û cîranan, ev dem ne dema berê ye ku miletê Kurd çavên xwe li paşeroja xwe bigire, ev milet hatiye guhertin, ji ber em dibînin bê çawa û bi çi germayê, li şehîdên xwe xwedî derdikeve û wan şehîdan di dilê xwe de bi war û cih dike, bi halan û qêrîn dibêje: ( Şehîd namirin- şehîd namirin). Wiha jî li vir helbestvan bi navê miletê Kurd sûnd dixwe, ku ew ê bidin ser şop û rêça van şehîdên xwe yên leheng û qet tucaran şopa wan şaş nakin û naberdin. Wiha helbestvan tabloyeke mêrxasyê û pir spehî, bi rengê xwîna şehîd û xaka kurdistanê rengîn dike û dixemilîne.
Wiha jî em dinêrin bê çawa û çiqasî şehîd li bal helbestvanê me giranbuha û birûmet in, ji ber ku helbestvanê me Dildar û miletê Kurd, di wê baweryê de ne, ku Kurdistan di rêya xwîna şehîdan re, ne bi tu rêyên din azad nabe, ango helbestvan hest û giyanê xwe yê şoreşgêrî çareke din di vir de dide xuyakirin, û miltê xwe hevqasî tekûz, mêrxas, zana û zîrek dibîne.
Ji ber wilo, ew Çûna Apo serokê rêxistina (PKK) li bajarê Romayê, mîna rojeke nû di dîroka berxwedana Kurdan de dibîne û bi germbûneke bê hemta di sirûda xwe ya bi navê: Herbijî Apo- de dibêje:

Îro ji Roma
Rojeke nû hilat

Ev jî tê wê manê, ku roja nû di kelepûra Kurdan de, bi wateya hêvî û xweşyê tê nasîn, ango helbestvan wê rojê pir bi hêvî û omîd dide xuyakirin, lê ew bûyer û pirsgirêka kurdan a kevin bi sergêjî tîne ziman, bi hesret û bi.. ahîn..û keseran wê bûyerê, bêrûmet dike. Ew bûyer jî kuştina xwebixwetiyê ye, ku birîneke kûr û dûr di laşê kurdayetiyê de vedike. Vê bûyerê di sirûda xwe ya binavê, birayê xwe nakujim- de tînê ziman û dibêje:
(Bes e bux koştê birê xav)

Çi zû te xwîn kire av

Peyva nakujim ruhê berxwedaneke manewê dide nasîn, ku helbestvan kuştina xwebixwetiyê tucar napejirîne. Kelepûra Kurdî jî dîsanê di vir de baş tê wezîfedarkirin, ango wêneyeke kelepûrî û pir zelal û bi sembol di vê sirûdê de hatiye bikaranîn. Çaxa dibêje: – xwîn kire av- ev jî mîna metelokekê ji kelepûra Kurdî pêkaniye. Lê, metelok li vir hatiye jihevxistin û berovajî wezîfedar bûye. Ev jî tê wê manê ku helbestvan civaka Kurdî hinekî ji hevketî dibîne, ji ber meteloka Kurdî dibêje: (Xwîn nabe av), yan mirov nade ser devera mirov û herdem wî diparêze. Çiqasî xeyd, nexweşî û dûrketin di navbera wan de çêbibe jî, wê rojekê ji rojan li hev werin.
Di sirûda bi navê: Govenda azadî de, bi vê navnîşana kelepûrî ya xweş û spehî hatiye destpêkirin û dibêje:

Dîlaneke pir xweş li Kurdistanê li dare saza wê tivenge
Reqs û sema wê bi carekê ne wek semayê tev êrîş û cenge
Şabaşên dîlanê tev ji xwîna lawê Kurde nîşana lehenge

Helbestvan rêzên xwe bê xalbendî (علامات الترقيم) lidardixe, evna jî tasîrê li mûzîk û ritmê rêzan dike û xwêner dixe nav sergêjiya xwendinê de. Lê bi rastî jî ev rêzên ha ji alîkî din ve, pir bi hêrs, lerz û estetîk hatine rêzkirin, mîna me gotibû jî, dirêjaya wan hinekî sarbûnekê di dilê mirov de diçîne, lê dîsanê tabloyeke kilasîk ji wêneyên helbestî pirxweş bi mûzîk û ritim hatine rêzkirin, nemaze ew ritm û awaza xweş ku ji dengê tîpa/g/ di dawiya qafiya sirûdê de di guhê mirov de zîz dibe. Ji aliyê fîzîkî ve tîpa/e/ li dawiya peyvê, bêhna mirov bi hesanî ji hundirê wî derdixe, mîna gotinên: – saza wê tiving e – tev êrîş û ceng e – nîşana leheng e- Wiha jî dîlana helbestvan ji ber dîlaneke şer e, lê ew ji Kurdan re dîlaneke lasayî ye, ji ber ku helbestvan mîna miletê xwe yê Kurd mêrxas e û şerê li Kurdistanê vêketî û hemû şerên wiha jî, li bal Kurdan mîna dîlan û şahiyê tê dîtin, dîlanvanên wê dîlanê jî ew şoreşgêrên serê çiya û zinaran e, ku saz û mûzîka vê dawet û dîlanê qupîn û nalîna dengê tiving û qelêşan e. Lebat û livandina laşên dîlanvanan mîna rewşa êrîş û keftelefta cengê tê pesinandin, ku wiha nirx û pesn ji vê dîlana bi halan, qêrîn û dîlana qehrmanên şoreşgerên kurdan re têne dan. Dîsanê helbestvan têgînên Îdyolojîk û nûjen di sirûda xwe de pêk tîne û tabloya govenda şoreşgeran sax û spehî di ber çavên mirov re derbas dike.
Tevlî ku ev wêneyên ha ji şerê çekdarên Kurdistanê re, dîsanê bi awayekî kilasîk û lasayî hatine afirandin, lê em dikarin bêjin, ku ew wêneyin kelepûrî ne pirxweş û bi hewesin, ku xweşbûneke bê hemta di dilê xwênerê xwe de diçînin, ku ev xwênerê kurd jî, xwe bi vê dîlana bifelaket de pir serfiraz û payebilind dibîne.
Dîsanê di vê sirûda ha de, ku bi navnîşana (Dil bi xwîn e), dibêje:

Heta kengî bi xerîbî
Ez ê dûrî te bimînim
Biqîr û ah û nalîn
Xwînê ji dil birêjînim
Di zindanê de bi nal im
Mem im ez li benda zîn im
Çiyê bi destan bikolim
Firhadê bejna şêrîn im

Li vir sirûdeke bi qafiye û bi kêş, bi hêrs û hêz hatiye lidarxistin û pirseke bê bersiv helbestvan derdixe wê holê, mîna ku sergêjiyek di mêjiyê wî de diçe û tê û nalîn û ahînên xurbetê ji dilê wî yê şikestî têne der. Ew jî çaxa dibêje – heta kengî bi xerîbî – ez ê dûrî te bimînim- ji ber helbestvan di vê babetê de, xwe di welatê xwe de dûr û xerîb dibîne, lê ew pêwendî û hevpeyvîneke diyalektîkî bi rêya cênavê yekem û yê diwem jî girêdaneke bi hest û hewes di navbera xwe/ez/ û welatê xwe de/te/ dibîne.
Lê mîna me gotibû, giyanekî şoreşgerî û ramaneke Îdyolojîk di hindur û mêjiyê helbestvanê me de xweş peyda dibin, ku ew bêmicalî û sêfilyê tucaran li xwe napejirîne, bi hêrs radibe ser lingan û çeka berxwedanê davêje milê xwe, bi mêrxasî li hember dijmin û dagerkerê welatê xwe radiweste, dixwaze xwîna dilê xwe di ber xak û miletê xwe de bê hawe birijîne. Ta di dilê meletê xwe de sax bimîne jî, ew ê cihê xwe di hebs û zindanan de bibîne, bi vî hawî wê helbestvan bi têgînên şoreşgêrî û Îdyolojîk xebata xwe berdewam bike, ta serxwebûna welat bi cih bê û ji xweneke kûr dakeve warê rastî û hişyariyê. Wiha em dinerin ku hilm û nefesek bi omîd û bi hêvî ji rêzên sirûdên helbestvanê me Dildarê Mîdî dertên û difûrin, mîna lehengê çîroka folklorî Memê Alan evîndarê çeleng, li bendeyî Zîna xwe dimîne. Ev jî dîsanê wêneyekî bi lezet û xeyal hatiye afirandin, ango Zîna vî helbestvanî jî welatê wî yê bi rûmet û şêrîn e, dîsanê dûbare dike ku ew mîna lehengê evîndarê çîroka kelepûra Kurdî Ferhad jî li xwe dinere ku ev welatê hêja mîna destrgirya wî Şêrîn xweşik û spehî ye.
Ji ber ku Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn , her çar lehengên du çîrokên kelepûra Kurdî ne, di vir de helbestvan kelepûra Kurdî baş û di cihê xwe de bi sembol, mûzîk, ritm û qafiyeke xweş û bi hêrs bikartîne, lê binyada sembolê hinekî bi sivkayî hatiye bikaranîn û bi rengê rapor û rasterast rêzên wî hatine bikaranîn, lê hest û heweseke mirovanî û resen di van malik û rêzan de têne xuyakirin, mîna ku dibêjê –
Heta kengî bi xerîbî
Ezê dûrî te bimînim –
ji ber wilo, vê rapor û rasterastiyê (التقريرية والمباشرة) ew hestên di nava wan rêzên xweş de, ku xwêner li ber bayê wan tê hejandin, hinekî kêm kirine.
Ji ber ku me aliyê netewî bi tenê di sirûdên Dildar de dan ber neynika rexneyê. Bêgûman helbestên têvel û ji van sirûdan binav û dengtir jî li bal Dildar hene, lê di warê helbesta netewî de, wiha me dît. Dildarê Mîdî, evîndarê welêt, xwedî helbesteke rewan e mîna ava çemê Hêzelê, ava liherik û zelal, ava kevnar bi hêlemêl û bê rawestandin, bi xumxum û lêwlêw, li ser kevir û latên di kevî û bin avê de, bi rewan û delalî dilerize, dibê qey di dîlan û şahiya şehîdên Kurdistanê de, xwe dilivîne, lê ava çem herdem bi xwîna wan şehîdan sor dibe, hilma pêtên ar ji cerg û dilê Dildar diforîne, dîrok, kelepûr, mêrxasî û berxwedana sedsalan di mêjî û xeyala wî de tê meyandin. Wî bi tepe û largehên çiyayên Kurdistanê ve hildiperikîne, li ber bayê wan çiyayan, ku bi hilm û bêhna çîçek û kulîlkên welêt hatibû barkirin, şipê radiweste mîna tevnezanekî Kurd, helbest û sirûdên xwe, bi hostayî li tevna xwe digerîne, ji helbesta xwe re caw û cilin netewî, spehî û bedew dihûne.

Related Articles

Back to top button