Kovara Sîwan

Ji dewletê heta inkar û helandinê: Zenda BAYAT (Pehlewanzadê/Dulqadirî)

Şoreş Reşî

Beyat an Bayat zendêka êla ye, bi gotineke din konfederasyon e; dîrokzanên tirk bi gîştî dibêjin ku; ”ew yek ji 24 êlên Oxûza ne û tirk in” lê dîrokzanê wan ê mezin Cevdet Tûrkay wana wek ”ekrad” bi nav dike. Dema ez ketim dû ve yekê û min lêkolîn kir, dît ku tirkbûna wan derewekê mezin e. Kî çi dibêje bila bibêje ew kurd in û Kurmancî diaxivin! Sala 2019an ez çûbûm Xorasanê (Îran) min ew li dora bajarê Deregezê (li ser sînorê Turkmenîstanê) peyda kirin û hîna jî bi nav û zimanê xwe dijîn û navê gundê wan jî Bayat e! Pirsa gîrîng ew e, gelo navê wan ê resen jî Bayat bû? Bawer nakim, dibê ku mîrê wan ê wê demê navê xwe Bayat bû û ji wî nav girtin, lê îhtîmaleke pir mezin e ku navê wan ê resen Şadî yan Qereçoriyê (Dulqadirî) ne. Ku dîroka van navan çend hezar sal kevn e… Heger ew ne navê wan be jî, bi kemanî bi xwêdîyê vî navî re demeke dirêj tevgeriyane. Wekî piraniya êlên kurd, osmanîyan û katîbên wan navê hemû êlên kurd kirine Tirkî û bi vî awayî derbasî defteran kirine. Ji ber wê, navê orîjînal mîsoger kirin di şertên îro de ne rihet e. Wêne-1: Sîyawûş Mehrî, ji Xorasana Îranê û bajarê Aşxanê. Ew bi xwe Qereçoriyê gor sendên di dest de ew 500 salan berê ji Anatoliyê hatine û bajar ava kirine. Dîroka Beyatan a herî kevn ku em dizanin 1000-1500 sal peş e. Li ser wê babetê, Kaşgarli Mahmûd erdnîgariya wan a berê wiha tarîf dike: ”Bayatan, ji behra Xezerê bigire heta çemê Ceyhanê ji xwe re war girtibûn. Ew li Darganata, Denev, Çercev, Sakar, Farab û Hocambazê wek komî dijiyan. Beşekî mezin ê ve zendê li Buhara, bi taybetî jî li Alat û Karagolê nîştecih bûne û li Tacîkîstanê jî ew peyda dibin. Li Azerbeycanê dora Gencê û herêmên Agcabedî, Guba, Neftçala, Uçar, Şamahi û Şuşayê dijîn.1 Ev jî dide ispatkirin ku destpêka dîroka wan ê ku em dizanin ji dora Xorasan dest pê dike. Lê ne tenê Beyat, bi sedan êlên kurd, Xorasana mezin ji xwe re war girtibûn û bi hatina tirk û moxolan re, ber bi rojava ve hatin. Dema ew li Xorasanê bûn jî bi tirk, teter, moxol, gurcî û mîletên din re gelêk şer kirin. Di yek ji va têkoşîn û şeran de li dijî Sultan Sencer û împeretoriya wî serhildan kirin û di sala 1153an de ew dîl girtin.
Niqteyeka gîrîng jî ew e ku dîroknivîsên tirk wana wek ”oxûz”, ”turkmen”, ”turkmenê Helebê” jî bi nav dikin, lê bi vê yekê bawer nekin, ew ji sedî sed kurd in. Piştî êrîşên tirk (1030-40) û moxolan (1219) beşekî mezin ji kurdên li dora Xorasanê çûn Azerbeycanê û beşek jî çûn Huzîstanê lê di dawî de hemû hatin Anatoliyê (Turkîya îro).
Li Anatoliyê, her zendeka kurd ji bo xwe dewletek damezirand. Ji bo wê gotina ”Anatoliya cara yekêmîn ji aliyê tirkan ve hatiyê fetihkirin…” dereveke mezin e; kurdan ew ji dest bîzansiyan derxistin û tê de gelêk mîrîtî çêkirin. Wek mînak: Germiyan (-ogullari,
Wêne-2: Jinên gundê Bayat, Deregez/Xorasan
Wêne-3: Gundîyekî gundê Bayatan, 2019

1299-1429), Qerêman (ogullari, 1256-1487), Dulqadir (-ogullari, 1337-1522) hinek ji wan in…
Bayat û 47 êlên girêdayî, li Anatoliyê dora Sêwas û Qeyserî ji xwe re war girtin, lê hatina moxolan ya ser wan de, dîsa şikest xwarin û çûn sînorên Memlûkan. Dîrokzanê tirk vê yekê wiha tînin ziman: “Moxolan, tirkmenên li Qeyserî û Sêwasê derbe kirin (1266-1277) û ew jî bi 40 hezar çadiran ve hatin cem Memlûkan. Memlûkan ew di navbera Kozan (Edene) û Gazeyê de bi cih kirin.”2 Di wê serdêmê de 40 hezar çadir tê wateya 240 hezar mirovî ku nifûseke gelek zedê ye.
Dema Bayat li bakurê Sûrîyê dijîn, bi wan re girêdayî em federasyona êlên girîng ên mîna Avşar, Begdîlî û Pehlîwanzadeyan dibînin. Ew niqteyeke gelek gîrîng e ku van federasyonên kurd bi Bayatan re tevgerîyane, dewlet damezirandine û pişt re jî belav bûne.
Demekê di bin sîvana Memlûkan de jiyana xwe berdewam kirin, lê di her firsendê de hewl didan ku dewleteke xwe ya serbixwe damezirînin. Ji bo wê gelek caran li dij Memlûkan derketin û şerê wan kirin. Yek ji wan jî di sala 1409 an de di navbera Memlûk û Newruz de li keviya çemê Asî şer derket, di vî şerî de Bayatan bi Avşaran ve xwe dan alîyê Newruz. Serokê Bayatan Bozca Beg bû û ketê çemê Asî û mir.

BEŞEK Jİ ÊLÊN BAYATAN:
Di ss XVIan de Bayat ji 20 êlan pêk dihatin. Yên gîrîng ev in: Bozca (Bayat bi xwe ne), Xizirî, Şerefî (li Xelxalê hene), Exlenlî, Hasanca, Kesmez, Kizildonlu, Karacakoyunlu, Toxan, Bolûk, Kizilkapan. Şêxan (Rojava, Qonya û Xorasan), Çaqal (Qonya, Mereş), Şamî (Li Xorasan) Pehlewanî (Xorasan û Kirikalê), Reyhanî (Mursalli-Sêwas; Bahadir-Antep, Raqqa; Sarica- Haleb, Raqqa, Elbîstan; Salar, Toker, Karaahmed, Kural, Ton-Heleb; Canis-Raqqa; Kabaklar, Okçular-Kîlîs, Raqqa, Elbîstan û Heleb bicîh kirin. Di sala 1779 an ew dîsa şandin Reqqayê. Di 1802an de konslosê Îngîlîz Baker dibêje ew 5 hezar çadir bûn û zengîn bûn. 1865 an ew li Çukurova û Amîkê bicîh kirin.)3 Di roja îro de ewên ku min reş kirî em dizanin kî ne û li ku ne, lê yên din nav kirine tirkî û ji ber wê em nizanin ku kîjan êlên kurd in. Bayat, di ss XVIan de bi tevlîbûna gelêk êlên bê parastin pir mezintir bûn. Gor deftera Helebê ya nifûsê di sala 1570an de ew 47 êl, 2578 xanê (mal) û 15.179 kes in.4

Di nava zenda Beyatî de êla herî xûrt û xwedî bandor Pehlewanî yan Pehlewanzadê ne ku di damezirandina dewleta Dulqadirî de rola sereke dilizin. Pehlewanî li bakûrê Kurdistanê wek Alxas, li Xorasanê jî wek Pehlîwanlo tên zanîn. Herdu jî girêdayî Şadîyan bûn û di hinek çavkanıyan de wek ”Sadic” derbas dibin.

DULQADİRÎ:
Dema Beyatî ji Sêwas û Qeyseriyê hatin bûn du şax, yek jê çibû aliyê Hatay û Edeneyê ku dewleta Remezanî damezirandin. Yek jî li Mereşê dewleta Dulqadir damezirand.
Dewlet di sala 1337’an de bi destê Zeynel Karacabeyê Dulqadirî, di bin sîwana Memlûkan de hate damezirandin 30 hezar leşkerên xwe hebûn û jinên wan jî tev li şer dibûn. Piştî ku bi hêz bûn, xwestin bi serê xwe tev bigerin û ji bin sîwana Memlûkan derkevin. Ji ber vê di sala 1353’yan de, di navbera Karaca û Memlûkan de şer derket. Karaca vekişî çiyayê Dûldûlê. Du kurên wî, jin û kesên din ketin destên Memlûkan, wan ew li bazaran firotin, lê Karaca xwe rizgar kir û xwe avêt paş Mehmedê Eretna (Erzîngan). Eretna ji tirsan ew teslîm kir û li Helebê ew avêtin zindanê. Paşê bi îşkenceyê ew îdam kirin. Lawê wî ye bi navê Xelîl di sala 1355’an de derbasî cihê wî bû.
Bayat, li Bozok (Yozgat), Heleb û deşta Amîkê dijîn. Ji ber vê, ji wan re ”Şamî” jî tê gotin ku di wateya kesên ji Şamê ye. Şamî/Şamlûyan li Xorasanê bi heman navî hîna jî hene û li Bajarên Aşxanê û Qoçanê ez bi wan re axivîm. Pehlîvanî û Bîşan (9 êl in ku vana Qereçorî ne, Qeremanî jî yek ji wan êlan e ku îro li Xorasan, li Bakur, Şamê gelek in) jî tev li wan bûn. Di sala 1294’an de Sêwas talan kirin û di sala 1337’an de li Elbistanê dewleta Dulqadirî damezirandin.
Di sala 1471’ê de serokê êla Pehlîwanî, Serim Îbrahîm, di navbera Meletî û Besniyê de êrîşî kerwaneke Memlûkan kir, ew şêland û artêşa ku hatî ser têk bir. Piştî wê piraniya Avşar û Bayatan ketin xizmeta dewleta Akkoyûniyan (Pezkelan).
Ferhat Paşa yê Osmanî, serokê Dulqadiriyan Şahsûvar Elî, zarok
û nêviyên wî dawetê Tokatê kirin û hemû di sala 1522`an de kuştin. Dewlet hilweşiya xaka wan tev li Osmaniyan kirin. Bi ser ve yekê ve kurd belav bûn. Beşekî dewleteyî mezin ketin xizmeta Safewiyan û çûn Xorasanê. Bermahiyên din îro li dora Çîyayê Kurmênc, Kobanê, Mereş, Dîlok, dora çemê Firatê, navênda Anatoliyê, Serhed, Xorasan, Kabul û Kerkûkê dijîn. Di roja îro de Bayat li gelek coxrafyayên cuda dijîn û gelek ji wan hatine helandin:

BAYATÊN Lİ ÎRANÊ:
Di serdêma Safewîyan de Bayat dibûn sê beş: 1. Bayatan Ak (esîl) li başûr rojhilatê Hemadanê, 2. Kara Bayat (Xorasan) Nîşabûrê bûn, beşekî biçûk çûn Uşakê, 3.Bayatên Şam (Kaçar) Adana û Karamanê bi cih bûn. Beşek ji Sûrîyê di ss XVI`an de çûn Îranê. Bayatên Şamî di serdêma Pezgewran de bi Kaçaran ve li Îranê di mevqiyên girîng de bûn. Îro li Xorasanê li dora bajarê
Deregez û Qoçanê hene, bi heman navî gundekî wan bi navê Bayatê jî heye. Kesên ez ve re
axivîm digotin: ”Em kokê Bayatan in” Bi van re girêdayî Pehlîwanî, Qereçorî gelek in û dibêjin: ”Bajarê Aşxanê me damezirand” û hîna jî bi zimanê Kurdî diaxivin.

BAYATÊN IRAQÊ:
Bi gîştî nêzikî Kerkûkê di 65 gundan (Çardakli, Yenier, Muratli, Karatepe), Tuzxurmatu, Kifrî, Bexda, Xaneqîn, Erbîl, Dîyala, Misul, Çîyayê Hemrîn û Telafer e dijîn. Xelîfê Abbasî Mansur el Muntasir (1226-1242) ew li hember moxolan wek mertal fikiriye û bi cih kiriye. Hinek êl wiha ne: Pîr Ahmedlî, Alli balli, Mahmudlu, Îzzedînlî, Farisbey, Qadili, Zengillî,

Emîrî, Kuşçu û hwd5 Îzzedînî li Bakûr, Zengilî jî li Xorasanê hene. Min ji Arî Zengenê Bayatên li wir pirsyar kir û got: ”Beyatî gelek in, ew bi Kurdî diaxivin lê cil û egalên wan yên ereban in. Hinek Beyatî di nava Şebakan de li dora Misulê jî dijîn.”

BAYATÊN ANATOLİYÊ:
Xûya ye ku Bayatên li bakur mane bi temamî ketine xizmeta dewletê. Yavuz Selîmê osmanî, kurê Şahsûvar Elî wek serok destnîşan kir bi şûn de ew bi pênc hezar suwarî beşdarî şerê Mercî Dabik (1516) û Ridanyê (1517) bûn û di serhildanên Celalî (1519) de roleke mezin ji bo osmanîyan lîstin. Di sala 1690î de ji Pehlewanîyan 300 esker beşdarî şerê Vîyana bûn. Serokê wan li wir mir. Kûrê Mehmet Elî Paşayê Memlûkî, Îbrahîm di sala 1832an de êrîşî Anatoliyê dike. Xalîtê Pehlîwanî li cem e. Xalît xwarziyê Mamali (Cerîd) bû. Paşê Qirşehîr, Newşehîr, Nîxde û Yozgatê dagir dike. Ûrgûpê digre lê pişt re dewlet wir ji dest digre û tê çîyayê Ekecîk (Aksaray). Li wir eşqiya Delîbaşî digre û malê wî li xelkê belav dike. Li Kesîkkoprîyê dikeve kemîna dewletê. Ji wir tê Qirşehîrê. Birayê xwe têk dibe û dîsa dibe serokê êlê. Bi hinek mirovên di nava êlê de hesabê xwe dibînê (dikujê) û 20 heştir 40 hespîran ve vedigerê Şamê.
Îro li bajarê Kirikalê çar gundên Pehlîwanan (Beyobasi, Kenanobasi, Abdurrahman, Gazî Battalobasi) hene.
Di fermana 1728an de tê fêmkirin ku Pehlewanî li Yozgat, Kirşehîr, Keskîn û Qeyserîyê rûdinin. Burckhardt û Nîebuhr, di sala 1766an de li navbera Sêwas û Enqerê 15.000 çadirê Pehlewanan hebûn.

BAYATÊN SÛRÎYÊ:
Heleb, berî desthilatdariya Osmaniyan ji alî kurdên Mirdêsî ve dihate birêvebirin. Paşê, di sala 1516 an de, piştî şerê Mercîdabiqê kete nava sînorên Osmaniyan.6
Ji wan re Şamî (Şam Bayatlari, sala 1530 an de 2536 xanê ne.) jî tê gotin û di navbera Dîlok û
Halebê de dijîn. Piştre çûn navênda Anatoliyê û Sûrîyê. Wek Pehlewanî, Çalişli, Elî Bexlîler û Reyhaniyan parçê bûn. Reyhanî li rojhilatê Amîk ê dijîn. Sala 1777 an de Reyhanî du hezar çadirin. Paşê di sala 1865 an de Firkaî Îslahîyê li Reyhanliyê bi cih bûn.
Ji ss XVII li herême (Heleb) hatin bicîh kirin û bi wan navan dihatin zanîn: Şam Bayadi, Toganli Bayadi, Çakal Bayadi, Bolûk Bayadi, Kizkapanli Bayadi.

BAYATÊN AFGANÎSTANÊ:
Niha gelek Bayat li Afganîstanê herêma Xeznîyê dijîn. Ji bo ku niqta Bayatan hinekî din zelal bibe, min ji vê êlê bi Abdul Huseyîn (76) re hevpeyvînek pêk anî. Ew dibêje: ” Ez Abdul Huseyîn, ji gundê (de) Nûreyê me. Ew navê resmî yê, navê xwe yî din jî Gulbewrî ye. Gund 150 km nêzikî Kabulê û li wîleyeta (eyelata) Xeznî ye. Pênc kalê min li vî gundî mirin û gundê me teqrîbên 300 salan berê hatiyê avakirin. Li pêş wê jî em li Îranê bûn. Yanî penc bavên min li vir, sê kalên min jî li Îranê mirin. Bavê
Wêne-6: Abdul Huseyin Bayat û Şoreş Reşî, 2012
min wiha rêz dibin:
• Abdul Huseyin (76)
• Qurban Eli Bayat
• Sultan Eli
• Mihemed Ismail
• Mihemed Refiq
• Ebbas Xan (li Îran)
• Newroz Eli (li Îran) • Qasim Eli ye (li Îran).
Bavê min î şeşan û heyştan li Îranê, li gundê Avşar a Refsencanî mirine. Serokkomarê Îranê yî berê Heşîm Refsencanî jî ji wir e. Tê gotin ku em ji Turkîyê hatinî Îranê. Ji me re tirkên Avşar jî tê gotin. Ew ê li paş Qûraneke kevn hatiyê nivîsîn. Lê heta roja îro jî kalê Avşara yên li Kabûlê di navbera hev de bi kurdî diaxifin!!! Ew yeka heta roja îro jî parastine, li derva ne, lê di nava hevdu de bi kurdî gep dikin…Li Afganîstan gelek Bayat hene û belav dijîn. Li Kabul (taxên: Afşar, Efsari Sîlo, Wezîrabad, Cîndebûl), li Qandar, Herat, Mezar û Bîstûnê jî Bayat hene ku nûfûsa xwe texmînî nêzikî mîlyonekî ye.”
”Ji berê de em şîa ne. Ji me re qizilbaş û sîwariyên sersor jî tê gotin. Li Afganîstan maqamên mezin di dest me de bûn, xelkê gelek hûrmeta me digirt… Kumê me dirêj û sor bûn û lîbasê eskerî bûn. ” Gotinên Abdul Huseyin Qurban Eli Bayat pir balkêş in. Ji bo ku ji wir hatine jî wek tirk têne hesibandin, lê ew peyveke tirkî jî nizanin û di nava hev de Kurdî diaxivin.
Wek ispateka dawî, di deftera Osmanîya bi destan hatî nivîsînde, ji alî aşiq Osman û Diyar ve ji bo Abîdîn (perçem sor) begê Pehlewanî ew stran hatiyê gotin:
Bigre welatan, meydan a te ye Wextê te Kurdistan kir bin destê xwe Ewa bibe xêmgînîyê ji bo begê Avşaran.
Bi vî awayî min hewil da ku rastîya zendeka kurdan a ku tirkan wek tirk nîşan dane û bi gelek kesan ji wiha dane pêjirandin, raxim ber çavan. Hêvîdar im xort û keçên kurd li ser çanda xwe lêkolînên kûr bikin û rastiya vî mîletî bidin ber çavên dost û dijminan.

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button