Kovara Sîwan

Hozan û muzîsyenên muzîka şoreşgerî yan jî muzîka berxwedaniyê

Berhevkar û Amedekar:
A.Rahman Çadircî

HOZAN SEFKAN (1960-1985)

Hozan Sefkan, bi navê eslî Celal Ercan hunermend û şehîdekî doza azadiya Kurdistanê ye. Şehîd Sefkan, di sala 1960’an de li gundê Laluşağı ya Çemişgezekê (Dêrsim) hate dinê. Piştî ku li Elezîzê dibistana xwe ya navîn û amadeyî diqedîne, di sala 1978’an de xwe qeydî Enstîtûya Perwerdê ya Amedê dike. Di salên xwe yên ku li Amedê derbas dike, dikeve nava Tevgera Azadiya Kurdistanê û li dibistan û cihên din de xebat dike. Di 1980’an de tevlî PKK’ê dibe û demekî li vir weke kadroyek pro-fesyonel karên partî dike. Paşê digel gurubek hevalên xwe ji bo perwerdeya li baregehên leş-kerî ya Filistîn derbasî Lubnan dibe. Piştî perwerdeya ramyarî û leşkerî, dîsa vedigere Kurdistanê û li herêma Elezîz û Dersimê karên leşkerî û rêxistinî dimeşîne. Erkên fermandarî pêk tîne. Wî karên xwe di dema darbeya leşkerî 12’ê Îlonê de di nava tengasiyên gelek dijwar de meşandibû. Şehîd Sefkan di sala 1982’an de dîsa bi biryara partî derbasî Lubnan dibe. Û di dawiyên 1982’an de derbasî Ewrûpayê dibe. Ew, li wir li gel şehîd Mizgîn saziya çand û hu-nerê, ango ‘Huner Kom’ê’ didamezirînin. Di heman demê de koma muzîkê ya ‘Koma Berxwedan’ avadikin, a ku di muzîka Kurdî de yek ji komên herî girîng ên tevgera azadiya Kurdan e. Hozan Sefkan, piştî demekî ya ku tijî derbasbûye, di 1984’an de biryar dide ku ji nû ve vegere welêt. Gava digihêje welêt, ew derbasî Çiyayê Qendîlê dibe û dest bi jiyana gerîlayî dike. Hozan Sefkan di 16’ê Nîsana 1985’an de digel 7 rêhevalên xwe yên din dikeve komployekî ajan-provakatoran ya ku ji aliyên înkarîtiya revizyonîst û neteweperestiya seretayî (îptîdayî) ve hatiye hîmaye kirin û jiyana xwe ji dest dide.
Şehîd Sefkan, li gel Şehîd Mîzgîn pêşengê muzîka şoreşgerî an jî muzîka berxwedanî bû. Bi damezrandina Huner Kom û Koma Berxwedan re rolek girîng lîst. Wî her tim hewl da ku ji bo afirandina muzîkekî nû û rast a Kurd bingehekî baş bavêje. Û di bingeh de gihîşt ar-mancê xwe jî. Muzîka berxwedanî, ya ku ji aliyê Şehîd Sefkan û Şehîd Mîzgîn û kedkarên din ve hate avakirin, hem ji aliyê muzîka Kurd ve rastiyek nû bû û hem jî ji şoreşa Kurdistanê re ji bo pêşketinê hêzek dîrokî da. Û niha bi hezaran endam û şopdarên vê muzîkê hene. Hozan Sefkan, ne tenê îcra dikir, ango stranbêjek bû, ew muzîkarek, afirênerek bû. Kurdî, Tirkî, di herdu zimanî de hunêrê xwe çêdikir. Ev jî li gorî wê demê, ji aliyê xizmet kirina şorêşê ve rolek hîn berfireh dilîst. Û li gel muzîkê, şêwekarek jî bû. Ji vî alive jî ji huner û şoreşa Kurd re xizmet kir. Ew, wekî muzîkarek şoresger, di destekî xwe de saz, di yên din de çek, rêgezan nîşan kir: “Pêwîst e muzîk û muzîkar, stranbêj, ji pêşketina şoreş û cîvakê re xizmet bike!”
Stranên ku Heval Sefkan xwendiye: Vaye PKK Rabû; Dayê; Bihêre Destar; Kandil Dağı (Çiyayê Qendîl); Ha Gerilla; Teman Köyü (Gundê Teman); Kürdün Gelini (Bûka Kurda).

HOZAN MİZGÎN (1963-1992)

Hozan Mizgîn, muzîkarek pêşeng a muzîka şoreşgerî û şehîdê ya Tekoşîna Azadiyê ye. Navê xwe eslî Gurbet AYDIN e. Di sala 1963’an li bajarê Êlihê hatiye dinê. Di sala 1980’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê dibe. Di pêvajoya xwe paşvêkişandina PKK’ê de, ew jî di nav guruba milîtanên pêşeng ên derketî ji derveyî welat de cihê xwe digire. Demekî li Rojhilata Navîn dimîne, paşê diçe Ewrûpayê. Di sala 1983’an de li Ewrûpayê tevlî xebatên avakirina Huner Komê dibe. Li wêderê hem karên muzikê dimeşîne û hem jî karên giştî ya şoreşê.
Hozan Mizgîn a ku piştî wê dizivire Kurdîstanê û li çiya karên cuda cuda rêvedibe. Di asta fermandariyê de erk digire, her wiha rasterast di nav gelê herêma Garzanê de xebata ramyarî-rêxistinî dimeşîne, di nav dilê gelê wê herêmê de cihê xwe çêdike û pir tê hezkirin.
Şehîd Mizgîn, li gel şehîd Sefkan avakerê muzîka berxwedanî yan jî muzîka şoreşgeriyê ye. Ji bo pêşketina muzîka şoreşgerî yan jî muzîka berxwedanî hewldan û kedek mezin da. Wan Koma Berxwedan jî ji bo vê damezirandin. Her wiha Hozan Mizgîn, demek dirêj di xebatên Koma Berxwedan de cihê xwe digire, berhemên dewlemend a cuda cuda çêdike û pêşkeşî guhdarvanan dike. Ev, gavek gelek girîng bû. Ji ber ku ev yek hem ji aliyê muzîka Kurd ve afirandinek nû ye, hem jî ev stranên şoreşgerî ji aliyê şoreşa Kurdistanê ve rolek girîng lîst. Ev muzîk û kedên muzîkar û stranbêjên wekî şehîd Mizgîn û kedkarên din, ji aliyê moral girtin û xwurtkirina baweriya gel ve, ji hêla serhildan û beşdarbûna ciwanên Kurd ji gerîla re xizmetek cidî kir. Hozan Mizgîn, ji hela danîna pivanên rast ên hunermendên şoreşger û welatparez ve pêşeng bû. Ew, van pîvanan bi xwîna xwe ispatkir. Û di vê reyê de bingehek qewî danî. Bi deng û stranên xwe, mixatabê hezkirinekî mezin a mirovên Kurd bû. Ew, bi dengê xwe yê resen, bi berhemên xwe yên ku ji hestan re asoyan çêdike, bi sekna xwe ya jina qehreman û şoreşger, her wiha bi pêşengtiya jina Kurd a hunermend û şoreşger tê naskirin.
Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê di encama şerekî bi dewleta Tirk a dagirker re jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdên bêmirin ên şoreşa azadiyê dibe.
Stranên ku gotiye: Çemê Hêzil; Gundîno Hawar; Heval Mazlum; Sosinê; Lo Hevalno; Newroz; Dimeşin; Heval Heqî; Bê Te Nabe Şo-reşger; Rabe Gelê Min; Partîzan.
.
HOZAN SERHAT (1970-1999)


Hunermendekî bi nav û deng û şehîdê Têkoşîna Azadiyê ye. Navê xwe eslî Silêman Alpdoxan e. Hozan Serhat di 24’ê Tîrmeha 1970’an de li Zêdkana (Eleşgirt) Agiriyê tê dinê. Zarokatî û civantiya xwe li Patnosê derbas dike; heya amadeyî li vir dixwîne. Hîn di 7 sa-liya xwe de bala wî diçe ser tembûrê. Di salên 1985-1986’an de diçe Stenbol û li wir bi navê Murat Esen kaseta xwe yekemîn bi navê ‘Gulo’ derdixe. Di sala 1988’an de dest bi xwendina konservatuwarê dike. Tê zanîn ku di vê demê de şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê germ û berfireh dibe. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide vê nîqaşê ku di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be? Di 1991’ê de bi kesa bi navê Yildiz re dizewice. Di Tîrmeha heman salê de jî herdu beşdarî nav refên Tekoşîna Azadiyê dibin.
Hozan Serhat derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe û ji wir jî ji ber profesyonelbûna wî ya di warê muzîkê de diçe Huner Komê. Li vir di nav Koma Berxwedan de dixebite û ji bo şoreşê kedek girîng a muzîkê diafrîne. Li Ewrûpayê wî digot: “Hunermendekî şoreşger divê vegere welatê xwe. Û li wêderê çavkaniya hêja ya muzîka Kurd derbixe holê.” Hozan Serhat daxwazên xwe pêk tîne û di sala 1996’an de vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverê Başûrê Kurdistanê karê muzîka şoresgerî dike, beşdarbûna xwe ji çalaktî û şahiyên şoreşê û civakê re dike. Paşê diçe Bakûrê Kurdistanê hawira germ a şer. Hozan Serhat, di Tîrmeha 1999’an de li çiyayê Kurdistana Bakûr di şerekî de dikeve nav karwanê pakrewanan. Dîl dikeve destê dijmin û ji aliyê dijmin ve bihovane tê qetilkirin.
Hozan Serhat, yek ji pêşengên muzîka şo-reşgerî û muzîka nû ye. Bi xwîna xwe rêya muzîkariyê ya rast xêz kir. Li Ewrûpa, Başurê Kurdistan û li çiyan, hem ji bo muzîka Kurd û hem jî ji bo karên gişti yên şoreşê xizmetek cidî kir. Ji aliyê muzîkê ve zana û kûr bû; mirovek dilgerm û dilnizm bû. Dengek xweş, afirênerê muzîkê û pisporê tembûrê bû. Gelek ciwanên Kurd niha şopdar û şagirtê wî ne.
Parçeyên Hozan Serhat straye: Ez Kur-distan im; Hewlêr; Paîze; Çûka Serê Darê; Ser Banîka; Mîzgîna Leheng; Deşta Heyatê; Ser Banîka; Gerîla Rojbaş; Şêr e Şêr e; Sîpanê Xelatê; Mîzgînê; Wûnken; Beyadî; Karanlıkta (Di Taritiyê De); Em ê Bêjin; Ağrının İsyan Kızı (Keça Serhildêr Ya Agirî); Dayê Dayê.

BERÇEM ENGİZEK (1974 – 27 MİJDAR 1999)

Yek jî ji hunermendên navdar û xwedî ked, hozan Berçem e.
Hozan Berçem, di sala 1974’an de li Efrînê ya Rojavayê Kurdîstanê hatiye dinê. Navê xwe eslî Sultan, navê xwe nasyar jî Ber-çem Engîzek e. Dibistana seretayî û navîn xwendiye. Bi pêşketina Tevgera Azadiyê li Rojava, ew jî, wekî gelik ciwanên Kurd, di sala 1992’an de tevlî PKK’ê dibe. Û derbasî qada şer dibe.
Hozan Berçem, demek dirêj, li welatê xwe erkên cur be cur ya şoreşê pêk tîne. Li qadên Haftanîn, Zap, Garê, Zaxros û Botanê, di pratîka bi zor û zehmet de, bi şêweyekî bibiryar û coş ditêkoşe. Ew, hem karên şer û rêkxistînî pêk tîne û hem jî bi qabiliyeta hunerî û dengên xwe yê xweşik re wekî hunermend xizmeta doza azadiyê dike. Erkên fermandarî pêk tîne. Û dîsa bi stranbêjiya xwe ji hunera/muzîka şoreşgeriyê re têvkariyên girîng dike û dorhêla hevalan bi moral û xweş dike. Hozan Berçem, di demekî ku şerê xwe dimeşand de, li qada Çirav a li girêdayê Botanê di dîroka 27.11.1999’an de, di kemînekî tankan de tevî karwana cangoriyan bû.
Gelek mirov jiyan dikin, lê belê nikarin jiyanê biafirînin û xweşik bikin. Ji ber ku jiya-neke rast, li her demê, bi meşek mezin re gen-gaze e. Wa ye, hunermend Berçem yek ji wan bû. Bi dengê xwe û têkoşîna xwe bi dil û can li pey jiyana mezin çû. Heval Berçem, di rastiya vê jiyanê de canê xwe diyariya vê axa pîroz kir. Lê belê aramî, dilovanî û dengê xwe, kesên ku ji jiyanê hezdikin re hîşt.
Wê, bi stranên xwe yên xweşik, li têkoşîna azadî û demokrasiyê xemiland. Bi şoreşgerên mezin yên weke Bêrîtanan re û yên din re hevaltî kir. Û piştê şehadetên wan, stranên xwe wekî qîrinek bilind kir. Ji wan yek jî, strana navdar ‘Bêrîtana min’ bû. Wê, piştî cangoriya hevala xwe ya Bêrîtan (Gülnaz Karataş), wê parçeyê, bi hevalên xwe re çêkir û stra. Û ew strana xweşik, ji kesên mayî re wekî diyariyek hîşt.

HOZAN HOGİR (1974-1998)

Di sala 1974’an de li bajarê Bedlîsê nav-çeya Tûx’ê (Tetwan) tê dinê. Jiber bê derfetiyên aborî li gel birayên xwe koçî bajarê Tirkiyê Aydinê dike. Li vir dest bi xebatên xwe yên muzîkê dike. Bi koma xwe ya orkestrayê ve di nav şahiyên gel de cîhê xwe digire.
Hozan Hogir di Newroza 1995’an de tevlî şahiyekî dibe, tê binçavkirin û êdî her tim dibin çewisandina pergalê de dimîne. Pişti demekê diçe Stenbolê di xebatên NÇM’ê yên muzîkê de cîh digire û berhemeke ku nayê jibîrkirin (Dîrok) di demek kurt de derdixîne. Di salên 1990’an de ji ber êrişên dewletê, tevlî nav refên PKK’ê dibe.
Di sala 1998’an de di şerekî li bajarê Wanê navçeya Şaxê de rûdayî li gel 40 hevalên xwe tên qetilkirin û şehîd xistin. Di goreke komî de tên binaxkirin.
Hozan Hogir bi strana xwe ya bi navê ‘Dirok’ a ku di nava gelê Kurd de pir navdar û xwedî naverokêk enternasyonalîst bû, ji gelên cîhanê yên şoreşger re silavek dişîne. Hozan Hogir bi dengê xwe yê xweş ku hem li stranên klasîk û hem jî li stranên nûjen tê, bi sekna xwe ya şoreşgerî û hezkirina welat a bêhempa tê naskirin.
Stranên ku şehîd Hogir xwendiye: Dîrok; Bavê Feqî; Xozan; Bihar; Axa Zêrîn; Heyran; Oy Eman; Pêt; Quling; Gula Sor-Nîştîman; Ke-remke; Lo Lawiko; Lê Lê Dayê; Bîngol (Çewlik).

DELÎLA MEYASER (1981- 2007)


Delîla Meyaser (Şenay Guçer), di1981’an de li Sîlwanê (Amed) hatiye dine. Navê diya wê Gulsuma, yê bavê wê jî Mihemed Seîd e. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Sîlwanê xwend. Piştê Amadeyî diqedîne, bi taybet ji dîl girtina Rêbertî pir bi bandor dibe û di dîroka 28.05.1999’an de tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê dibe. Hîn di 17 salî ya xwe de diya xwe re stranê “Dil Dixwaze Here Cengê” dibêje û diya wê fêhm dike kû Delîla wê tevli gerîla bibe. Sala 2000 heya 20052an di Qendîl, Mexmûr, Xinêre û Xakûrkê de dimîne. Di 2005’an de diçe qada şerê germ a Bakûrê Kurdîstana. Di pevçûnekî dîroka 23.08.2007’an qada Qilabanê bi dijmin re derketî de li gel 10 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide.
Delîla, stranbêjek gerîla ya nasyar bû. Ji berê her tiştî ew gerîlayekî azadiyê ya lêgerîner bû. Ji bo şervaniya azadî serê xwe hilda. Û li serê çiya bi bawerî û evînî gerîlatî kir. Giha asta fermandariya pêşeng. Wê stranekê Tirkî pir xweş digot: “Benim meskenim dağlardır (Cihwara Min Çiyan e).” Girêdanê xwe ji stranê xwe re kir û li çiyan heya rêvitiya xwe ya bê dawî têkoşîna xwe meşand.
Jiyana Delîla, stranî bû. Evîna stranê hîn di zaroktiyê de ketibû dilê wê. Ew evîn, bi şev û roj li gel Delîla bû. Her tiştê Delîla wekî muzîkê bûbû. Her dem wekî zarokek bi dilek şad distra û jiyana xwe watedar û xweşik dikir. Û wekî wehiyekê stran jiyanê wê rêkûpêk dikir. Stran got “Dil dixwaze here cengê” û Delîla çû cengê. Stran got “Benim meskenim dağlardır” û Delîla çiyan ji xwe re war girt. Dema ku ‘Delîla’ bêjî, du tişt tê bîra mirovan: Gerîla û stran! Ew, ji bo gerîlatî derket li serê çiyan û gerîlatî bi stranên xwe xemiland. Ew, ji bo stranekî pîroz û xweşik gerîlatî bingeh digirt û ji bo gerîlatiyekî xurt û serkeftî jî stran ji bo xwe dikir jêdera îlhamê. Ew, di nav şer de gerîlatiyê bi stranî kir û li sere çiyan strana gerîla xwend. Ji ber wê jî, hem rêya stranbêjiyekî rast û serkeftî nîşan kir, hem jî ji bo şer û şoreş rolê stranê nîşan kir. Hem gerîlayek serkeftî bû, hem jî stranbêjêk nav û deng û serkeftî bû. Hem di dilê gerîla û gel de cihek germ girt, hem di ser de rêza dijmin jî qezenç kir. Delîla, ji derveyê muzîkarek, em dikarin bejin ku di heman demê de, şanoger û wêjekarek jî bû. Xweza û mirov pir hezdikir û çavkaniya jiyan û hunera wê ev bûn. Delîla, dengek xweşik, zelal, taybet û bihêz bû. Di temenê ya xwe kurt de, ji bo şoreş û muzîka Kurd gelek tişt da û tevlî karwana şehîdan bû. Di hawira gerîla de gelek stran xwend û tomar kir; hêjmarek klipên wê jî hene. Albûmekê wê bi navê “Jinên Azad” heye.
Stranên ku Delîla xwendiye: Sê Jinên Azad; Zîlan; Şeva Tarî; Ha Gerilla; Dil Dixwaze Here Cengê; Can Welat; Çend Sal; Heyî Berî Berîvanê; Benîm Meskenim Dağlardır; Viyan; Dayik; Mendî.

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button