Kovara Sîwan

Dîroka Serê Kaniyê

Dr. Nîdal Hac Derwîş

Gava ku em behsa dîroka Serê Kaniyê bikin girîng e ku em behsa girê Tel Fixêriyê bikin, ê ku ji aliyê başûr bi ser bajarê Serê Kaniyê ve ye û Serê Kaniya kevn li ser vî girî bû. Ji ber nêzîkbûna Serê Kaniyê li avkaniya çemê Xabûrê ew jî yek ji kevintirîn şûnên ku mirov lê niştecî bû, piştî ku wî dev ji jiyana şkeftan berda. Kevintirîn paşmawey mirov li girê Tel Fixêriyê vedigere çaxa berdînî nû/kevrînî nû (çaxa Neolîtîk) li pêş glêne/fexar sazî (8700-6800 B.Z.).


Serê Kaniyê şûneke stratejîk apir girîng bû ji bo miletên kevn ên herêmê, ji ber ku ew diket ser riya Zagros û çemê Feratê û Deryaya Spî ya naverast. Her wiha ji bo bazirganiya bi herêmên rojava re, yan çalakiyên leşkerî yên li dijî herêman rojava hêzên herêmê neçar bûn ku di Serê Kaniyê re derbas bibin.
Heta ku arşîvên impratorya Mîttanî nehatine dîtin, lê di riya nivîsên Aşûriyan û Hisiyan re em zanin ku Mîttaniyan giringiyeke pir mezin dabûn herêma Xabûrê û du paytextên wan ên sereke li wir hebûn; yek ji wan Serê Kaniyê bû ya ku navê wê li wê serdemê Waşşûkanî bû. Li riya nivîsên Hisiyan em zanin ku padişahê Hisî Şûppîlûliyûma yê yekem (1320-1355 B.Z.) êrîş kiribû ser Waşşûkanî û ji vê rûdawê diyar dibe ku Waşşûkanî navenda sereke bû ji padîşahê Mittanî Tûşrata re (1360-1330 B.Z.). Dûv re nivîsa peymana ku di navbera padîşahê Hisiyan Şûppîlûliyûma 1ê (1380-1340 B.Z.) û padîşahê Mittanî Şatîwaza de tê da gotin ku padîşahê Mîttaniyan Şawştatar êrîş kiribû ser Aşûr paytexta Aşûriya û ji wir deriyek ji zêr û zîv anî Waşşûkanî.1 Piştî ku Aşûrî bihêz bûn, wan ew deverên di bin destê Mittaniyan de bûn dagîr kirin.2 Paşayê Aşûrî Eded Nîrarî yê yekem (13051274 B.Z.) di nivîsînê xwe de tîne ziman ku wî paytexta Mittanyan Uşşûkani û Heran û Kaşiyrî (Tor Abdîn) û Kerkemîş (Cerablis li ser sînorê Sûrî û Turkiyi) dagir kirin.3 Di erşîfê Xatûşa, paytexta Hisyan de (170 km başûrî Enqera) behsa nakokiyan da nav malbata paşayên Mittaniyan de li ser hikumdariyê tên kirin û çawa paşayê Mîttaniyan Şatîwaza berê xwe dide Hisiyan piştî ku wî têkoşîna li ser qralê Mittanî winda kir û çawa bi alîkariya Hisiyan ew karîbû vegere ser textê paşayatiyê li Waşokaniyê.4
Piştî wê bûyerê bi demek dirêj padîşahê Aşûrî Eded Nîrarî yê dûwem (911-891BZ.) di nivîsên xwe de behsa şerê xwe li dijî Xanîgalbat dike5 û çawa berê xwe dide
Gûzanî (aniha Tell Helef 5km başûrî Serê Kaniyê) ya ku padîşahê Aramî Ebû Selemo (ji malbata Bêt Bexiyanî) ew hukim dikir. Piştî wê paşayê Aşûrî berê xwe dide bajarê Sîkanî li Rîş Ênî (Serê Kaniyê a ava Xabûrê) û li wir gelek talanî bi dest dikeve.6 Li ser bingeha van bûyerên dîrokî yên ku hatine behskirin, herdu lêkolînerên Alman Opitz7 û Oppenheim8 hewl dan tekez bikin ku Tel Fixêriyê Waşşûkanî paytexta Mîttaniyan bû. Opitz û Oppenheim bawer dikirin ku navê Sîkanî ji navê Waşşûkanî/Ûşşûkanî ve hatiye vederxistin, piştî hilanînan wan ji navê Waşşûkanî.9
Di sala 1979`an de, li Tel Fixêriyê bi sûdfe peykerek hat dîtin, nivîsa li ser wî diyar kir ku peyker ê padîşahekî ji mala Bêt Bexiyanî ya Aramî bi navê Hid Yesî kurê Şemis Nûrî yê ku di dawiya sedsala nehemîn û destpêka sedsala heştemîn de hikum kirbû.10 Nivîs diyar dike ku peyker diyarî bû ji bo Eded, xwedayê ba û baranê, padişahê çemê Xabûrê li bajarê Sîkanî.11 Bi vî rengî navê bajêr di serdema Asûrî ya nû de diyar dibe û him jî giringiya bajêr wekî navendek herêmî ji bo perestina
(îbadet) xwedayê ba û baranê. Ji nivîsa Hid Yesî tê fêm kirin ku Sîkanî ji aliyê
Polîtîk û Aborî ve girêdayî bû bi Tell Helef (Gozana / Gūzāna), paytexta Qraliyeta Aramî ya Bêt Bexyanî bû, ku ji serdema padîşahê Asûrî Eded Nîrarî yê dûwem da (911-891 B.Z.) navendek rêveberiya herêmî bû. Nivîsînên ku li ser pêkerên padîşahê Aramî Kabara bin Xidyanû ê ku li koşka Tell Helef (Gozana) kifş bûn, xuya dibe ku xwedanê ba û baranê li Gozana jî pir girîng bû, ji ber ku navê wî pir dûbare dibe.
12Kevintirîn dem ku tê de behsa Sîkanî dibe vedigere daw’ya hezarê sêyemîn B.Z. (serdema binemala Ur ya sêyemîn), di deqekî mîxî de Sîkanî di têkiliyê de bi xwedayê ba û baranê Eded û jina wî Şala re tê da behis kirin. 13Di nivîsek din a ji heman serdemê de behsa Xabûrîtûm xwedana Sîkanî dibe dH a – b – u – r í – t u m S i – k á – a nki .14 Li ser bingeha lêkolînên arkiyolocî yên Almanan li Til Fixêriyê û Tel Şêx Hemed (Dûr Ketlîmo)15 û Tel Xuêra (Xerbe)16, diyar bû ku paytexta  
Mîtta ni Waşşûkanî, ya ku di serdema Asûrî ya navîn de navê wê Aşşûkanî an Oşşûkanî bû, di binê Girê Fixêriyê de ye.17 Li Tel Fixêriyê bêtirî çil tabloyên mîxî hatin vedîtin, li ser tabloyekî ji wan navê Waşşûkanî tê ziman.18 Digel vê yekê, hejmareke pir mezin ji çapên mohrên lûleyî hatin vedîtin, ku hin ji wan jî nivîsên kevnare li ser hene.19 Li ser yek ji wan mohran navê wezîrekî payeblind bi navê
Aşûr Idîn heye. Heman çapê mohir li Tel Şêx Hemed hate vedîtin û navê wezîr di têkelî bi navê Aşşûkanî ve tê ziman. Ev yek nîşan dide ku Asûr Edîn li Dûrketlîmo û Aşşûkanî de pozîsyonek rêveberiyê girtibû û ji wir wî di dema serweriya Şalmaneser 1 (1273-1244 B.Z.) û Tûkûltî Nînurta 2 (1243-1207 B.Z.) devera Xabûr serwerî bi rê ve dibir. Her wiha li ser çapê mohrekî din navê sîn Mûdamaq heye. Çapên vî mohrî li Tel Xuêrajî hate dîtin, ji ber ku ew kes di rêveberiya Aşûrî de wekî serok û wezîr dixebitî.
Navenda Sîn Mûdemiq li Aşşûkanî bû20, ku ev destnîşan dike ku her du wezîr, Sîn Mûdemiq û Aşûr Îdîn, di rêveberiyê de roleke sereke lîstin li parêzgehên Asûrî ye rojavayî. Wekî din, analîzên laboratîkî yên ku li ser tablêtên ku hatine kifşkirin li Tel el-Amarna (li Misrê), ku ji hêla padîşahê Mittanî ve hatibûn şandin ji firawûnê Misirê Ameînofis III re nîşan da ku heriya wan tablêtan ji deverek nêzîkî Tel Fixêriyê hatibû birin.21
Derbarê navê Sîkanî lêkolîner Lipinskî dibêje ku ev nav Samî ye û wateya wê ״kevirê pîroz״ e.22 Ger gotina Lipinskî di derbarê wateya nav de rast be, wê hingê xuya dibe ku bajar di heman demê de du navê wî hebûn û Sîkanî rengî kurt kirî bû ji nav Waşşokanî, weko Opitz berê wa didît. Ev nerîn pir maqûl e gava ku em binerin ku çawa navê Waşşûkanî di serdema Aşûrî de bû Aşşûkanî yan Ûşşûkanî. Serdema kevin wek vê demê bû di derbarê lêkirina çend navan li miletekî yan şûnekê.
Mixabin piştî serdema Aşûrî ti zanyarî di derbarê dîroka bajarê Serê Kaniyê di dest me di tine. Lê di serdema Romanî de navê Tel Fixêriyê Resa îna bû.23 Li ser bingeha dirav ku li Tel Fixêriyê hatin kifş kirin, xuya dibe ku Serê Kaniyê bû şûnek serke ji impratorya Romanî re, ji destpêka hukimdariya Septîmûs Sîvîrûs de
(211-193 B.Z.), ê ku serokatiya kampanya leşkerî ya sêyemîn dijî Partiyan (Îşkanî) kir, û herweha impratorê Romanî Gordiyanê sêyemîn (243 zayînê) êrîşa padîşahê
Sasanî Şapûr ê yekemîn li ser Serê Kaniyê şikand.24 Jibo Romanan Serê Kaniyê şûneke pir istratîcî bû, ji ber ku ew bi ser Osrhoênê (Rûha) ve bû25 a ku di ket ser sînorê impratoriya partî û piştre a Sasanî,26 Lê piştî îmzekirina peymana aştiyê
(363 AD) di navbera impiratorê Romayê Jovian û padîşahê Sasanî Şapûrê dûwem de, bajar di encama alozî û talanê de qelis bû û girîngiya xwe winda kir û bû gundek.27 lê ji nivîsên Êdîsa (Rûha) diyar dibe ku bajar di serdema impratorê Romayê Tiyodosyos (Theodosius) giringiya xwe vegerand.28 Împarator Tiydosyos xwest penaberên ji heremên ku ji aliyê Sasaniyan ve dihatin êrîş kirn pêşwazî bike, û her weha sînor bi Sasaniyan re biparêze, ji bo wî tiştî wî giringiyek mezin da Serê
Kaniyê û ew kir bajar (373 AD), û şûnek keşe lê ava kir û navê bajar kir Tiyodosîpolîs.29
Di dawiya sedê şeşan de Serê Kaniyê de caran ji aliyê Sasaniyan ve hate helwişandin.30 Piştî dagîrkirna herêma Cezîrêr (640( ji aliyê Ereban de, bajarê Serê Kaniyê bû beşek ji herêmên xîlafa Islamê.31 Wê gava êrîşa muslmanan li ser bajêr Serê Kaniyê padîşahê bajar kesek bû bi navê Şehram lawê Behram32, ji navê wî diyar dibe ku ew bi eslê xwe Îranîya û bajar wê serdemê di bin kontrola Sasaniya de bû. Di serdema Abbasîyan de girîngiya bajar pir mezin bû, ji ber ku wek qereqolek ji bo bêhinvedan a karwanan bû di navbera Bexda û bajarê Reqqa de, û niştecihê havînê yê xilîfên Ebasiyan bû. Di vê serdemê de avayî li bajêr pir bû û li aliyê bakur gihişte şûna Serê Kaniyê ya aniha.33 Yaqût (di sala1229 mir) ragihand ku Ehmed ibn Teyib al-Sarxesî got ku xelîfê Ebasî al-Mûtewekil 847-861 koşkek nêzîkî Ain al-Zahiriya ava kiribû. Keştiyên piçûk di ketin Ain al-Zahriya û Ain alHaşimiya, ku mirov lê siwar dibûn û ber bi baxçeyên xwe ve diçûn. Lê di dema yaqût de ev reweş tunebû.34 Di sedsala dehan de, Serê Kaniyê bû beşek ji milkê dewleta Merwanî ya Kurd û ma li jêr kontrola wan heta Selçûqên Turkmanî îmareta Merwanî hilweşandina di sala 1117 de.35
Ji ber dewlemendiya Serê Kaniyê bi çavkaniyên avê Merawiyan du kanalên avê ji wir kişandin paytexta xwe li Meyafarqîn, bakurê Kurdistanê.36 Bajarok tevî ku guhestina rola di navbera Zenkiya û Eyyûbya de berdewam kir heya ku ew ji hêla
Mexolan ve hat helweşandin di sedsala 14an de.37 Di sedsala şazdehan de, bajar bû beşek ji Empiratoriya Osmanî.38 Di destpêka sedsala hîjdemîn de, bajar ket bin serweriya eşîra kurd Milan, a ku tevahiya bakurê Sûrî ji navenda xwe Wêranşehir
(50 km bakurê Serê Kaniyê) kontrol dikir. Lê di şoreşa dijî Sultan Abdulhemîd de sala 1908 Turkan Îmareta Milan bi dawî kirin.39 Lê bajarê niha yê Serê Kaniyê ji hêla penaberên Çeçana (Şîşan) ve hate ava kirin di dema ku Rûsiyan welatên wan dagîr kir. Li gorî lêkolîner Honigmann, damezrandina bajar vedigere sala 1878-an
de.40 Lê belê, kesayetiya naskirî ya Çeçanî mamoste Enwer Ebdûl Hemîd Şawîş, di hevpeyivînek taybet de ez piştrast kirim ku koçberiya Çeçanan ji 1854-an ve dest pê kiriye û heya sala 1888-an de berdewam kiriye.41 Çeçan di destpêkê de li gundê Serê Kaniyê û gundê Sefih niştecî bûn û ji wir li 16 gundên dora Serê Kaniyê belav bûn. Dîplomat û arkeologê Alman, Oppenheim, di destpêkirina pirtûka xwe de ya li ser girê şwênewarî Tel Helef diyar dike ku hejmara Çeçanan ê ku gihaştin herêma Serê Kaniyê gihîşt 50 hezarî lê jiber germahiya zor û şerê çeçanan bi eşîrên li herêmê re, jimara wan pir kêm bû. Dema Oppenheim di sala 1899-an de gihişt Serê Kaniyê jimara wan tenê mabû 200 mal.42


Serê Kaniyê di wê çaxçê de gundekî piçûk bû û pir xizmetên bingehîn lê tunebû. Dema ku Oppenheim di sala 1911-an de vegeriya Tel Helef-ê tîmê şanda Elmanî neçar bûn ku çend rojan bi rêve herin li ser pişta devan ta ku bigên bajarên Mardîn û Ruha ji bo dabîn kirina pêdawistiyê (hewcedariyê) xwe.43 Jibo nameyan bişînin
Elmanyayê, ew neçar bûn ku biçin Wêranşehir yan Urfa. Di dema xwe ya vala de, ew diçûn neçîra xezalan li dora Serê Kaniyê.44 Di dema bûyerên şerê Cîhanê yê
Yekem de, Serê Kaniyê navendek bû jibo binçavkirina Ermeniyan.45
Dîroknasê Ermenî Rîymond Kîvorkiyan tekez dike ku kampek Ermeneyan li ser Tel Fixêriyê hebû, û piraniya wan jî ji ber nexweşiyê mirin.46
Dema ku Oppenheim di sala 1927-an de vegeriya Tel Helef, rewşa Serê Kaniyê pir hatbû guhertin. Piştî kişandina sînor di navbera Tirkî û Sûrî de sala 1921-an de (li dû paymana Enqera), ji xeynî sê-çar malbatan Çeçannan, ê din hemû çûn aliyê
Tirkî û bêtirê wan li gundê bi navê Tel Ermen, ê ku dikeve başûrî bajarê Mêrdînê, niştecî bûn. Piranya xelkê wî gundî berî komkujiya Ermeniyan, ji aliyê Tirkan ve,
Ermen bûn. Li şûna Kûrd û Ereb bûn niştecihê bajêr, her wiha jimareyek pir mezin ji Xiristiyanan ji Tirkî reviyan û hatin Serê Kaniyê.
Di bin dagîrya Firensa de rewşa kargêriyê pir baştir bûn, ji ber ku fransiyan li Serê Kaniyê bazarek ava kirin û xelkê herêmê li şûna ku biçine Mêrdînê, wan dikaribûn tiştên ku ji wan re lazim bûn bikirin. Her wiha li bajêr stasyona trênê çê bû, 47 ew hişt ku tevgera bajêr û her wiha bazirganiyê hêsantir bibe.

Related Articles

Check Also
Close
  • Viyan
Back to top button