Efsane û têkiliya wê bi wêjeyê re
Di sedsala bîstan de efsaneyê li ser dika wêjeya cîhanî weke diyardeyeke xurt xwe da sepandin, her weha lêkolînên rexneyî berê xwe dane efsaneyê û çawaniya bicihkirina efsaneyê di deqa wêjeyî de.
Efsane çi ye? Ji ku derê hatiye? Sedemên afirandina wê çi ne? cureyên wê, peywira wê û têkiliya wê bi wêjeyê re em ê di vê gotarê de goftûgo bikin.
Efsane, ji peyva efsûn ango sihir weke têgeh ji bo vî celebê çîrokan ku buyer û kesayetên wan derasayî ne,bi kar hatiye.
Diyardeyeke ji nîgaş û wênemendiya pêşiyan e, di şîrovekirina raza hebûnê û analîzkirina fakterên suriştê de, bi çîrokên rawiştê û kesayetyên wan, bûye weke bawerî ji civakê re.
Ferhenga Oxford wiha efsaneyê pênase dike: Hewildaneke kûr e ji bo şirovekrina diyardeyên rastî yan yê nîgaşî yên bala afirînerê efsaneyê dikişînin
Di zimanê erebî de bi neyînî lê tê meyzekirin ji ber ku bêtir bi çavê olê tên xwendin, li cem wan wateya çîrokên sextet û yên derew digire, ango gotinên bê ser û ber û bê rêkûpêk yan gotinên ecêb û sosret û nerast.
Mirovê kevin berê xwe da efsaneyê ji bo wan tiştên nenas di jiyana xwe de fam bike û lêgerîna xwe ya rastiyê têr bike, di vê lêgerînê de xwe sparte cîhaneke berfireh ji sawîr, nîgaş û çîrokên derasayî, Tişta ku efsaneyê dike mamikeke kompleks û ji şiroveyê re asê û dê bimîne mijareke bi nakok di navbera lêkolîner û xwendevanên wê de, ji ber ku efsane, hunera mirovên destpêkê ye ku ol, zanist, wêje, nîgaş, cadû û dîrok hemû tê de di nav hev de hatine stirhan.
JÊDERA EFSANEYÊ:
Di çêbûna efsaneyê de gelek nêrîn hene, lê bi giştî lêkolîneran li ser çar tewriyên bingehînli hev kirine:
a- efsane bi xwe dîroka mirovahiyê ya kevnar e, lê ji ber dûrbûna demê, buyerên wan ên rastî, hatine jibîrkirin û xeyala mirov tê de gelek tişt zêde kirine.
b- Efsane şirovekirina diyardeyên suriştî ne, mîna birûsk, tav, ba, şînkahî, ji ber ku aqilê mirov wê demê nikarîbû rastiya wan têbigihe.
c- Efsane derbirîneke xwerû û sade ye ji awayê hizirandina mirovê kevin re.
d- Hinek jî efsaneyê bi xewnê ve girê didin, çawa xewn derbirîna daxwaz û xwestekên mirov ên veşartî ne, efsane jî gelek sembol tê de hene, arezû û daxwazên mirovahiyê dinimînin.
MİJARÊN EFSANEYAN1:
a-Çawaniya afriandina gerdûnê, erd û ezman, stêr…
b-Çawaniya afrandina dar û ber, lawir û mirovan.
c-Têkilya xwedawendan bi mirovan re.
d-Şêwazê jiyanê û rêxistin û pergalkirina hebûnê û şerê di navbera çakî û bedkaryê de.
TAYBETİYÊN EFSANEYÊ2
1- Efsane çîrokeke li ser bingeha vegotinê ava dibe û di helkeftinên olî de tên vegeotin.
2- Danerê Efsaneyê ne diyar e, ji ber ku ew berhemeke komî ye, ne kesî ye.
3- Xwedawend û nîv xwdawend tê de rolên sereke dilîzin.
4- Mijarên efsaneyê cidî û giştî ne, girêdayî jiyan, mirin û hebûnê ne.
5- Efsane pîroz e û bandoreke mizin li mejî û baweriyên mirov û civakê dike.
6- Dema bûyeran di efsaneyê de ne diyar e, lê ne dema ku niha tê jiyankirin e.
EFSANE Û WÊJE
-efsane derbirîna mirov e, derbirîneke bi awayê çîrokî, tê de, kesayet hene, bûyer hene û bi rêya vegotinê tên pêşkêşkirin, her weha nîgaş bi awayekî bandor û balkêş tê bikaranîn, li vir, pirsek tê bala mirov; çi têkilî di navbera efsane û wêjeyê de heye?
Wêje di pênaseyeke fireh de: Şêweyek ji şêweyên derbirîna mirovahiyê ye, mirov bi ziman hest,raman, arezû, êş û derdên xwe der dibire, bi şêwazekî bedew û dilnazî ku karibe bandorê li xwîner û guhdarê wê bike.
Di vê pênaseyê de em nêzîkatiya wêje û efsaneyê dibînin, îcar gelo em dikarin efsaneyê weke wêjeya destpêkê bigirin dest?
Nivîskarê Yewnanî “Nikos Kazintzakîs” efsaneyê weke bingeha hunerê û kehniyeke ku na çike ji raman, mijar û awêneyên cuda re dibîne ku wî jê dest pê kir ji bo xêzkirina wêneyê kesayeta xwe ya “efsaneyî” (Zorba).
Efsane kehniyeke ku gelek hunermend, wênesaz û wêjevanan jê av kişandiye, mîna (Mozart) ê ku mûzîka “bilûra efsûnî” çêkir ser bingeha zarîkirina efsaneya (Îzîs û Ozîrîs). Pirî caran jî efsane li destê şêwekar û wênesazan bûye reng û şêwe.
Lê belê warê ku bêtir ji efsanê sûd girt, wêje ye. Wêjevanan di helbest, şano, çîrok û romanan de, li efsaneyê vegiriyan û ji kaniya wê vexwarin û di jêgirtinên xwe de sînoran nas nekirin.
Northrop Fray dibîne ku wêje şêweyekî pêşketî ji efsanê ye û wêjeyê weke efsaneyeke nû ku hatiye guhartin digire dest. Li gorî Fray efsane zarîkirineke ji kiryarên ku arezûyan dinimînin; di nava xwedawendan de hezkirin, kîn, şer û pevçûn hene, xwedawend li ber dilê mirov digerin û jiyan û azarên wî ji ezmanên jor, dirêsin. Lê tevî ku ev cîhana efsaneyî ya ku efsane ava dike nêzî ya mirov e, lê weke cîhaneke ku nayê bidestxistin, tê pêşkêşkirin3.
Efsane nîgaşê di çarçoveyeke rasteqînî de pêşkêş dike da ku karibe were bawerkirin.
Îcar efsane çîrokeke bi hosteyî hatiye hûnandin, gelek caran di destpêka wê de, sosretek yan fêlbaziyek yan pêşbîniyek tê gotin ku çirok hemû bibe bersiv û çareserî jê re, ev tişt rewşekê ava dike ku hêzeke derasayî yan narvîneke xwedayî heye ku dê wê pêşbîniyê pêk bîne, bi vî awayî girêdanê di navbera destpêk û dawiya çîrokê de çêdike ku bi xwe hûnandineke wêjeyî ye!!
Di roman Ana Karînîna ya nivîskarê firansizî Flopîr de, di destpêkê de lehenga romanê mirina dergevanê tirênê weke tiştekî bedbînî ji bo xwe dibîne û di dawiya romanê de mirina wê jî bi heman awayî bû4
Efsaneya Don Ciwan ji bo helbestvanan bûye mijareke sereke ku berê xwe danê, mîna helbestvanê firansizî Alfrêd Dî Mosê û şanogerê ingilîzî Aliksander pop û ji bilî wan gelek hene ku ev mijar bû diyardeyeke balkêş û bingehek ji bo kompleksa (Donciwanî)di derûnasiyê de.
XWENDİNA MİJARÊN EFSANEYÎ Dİ WÊJEYÊ DE
Bi bandora pêşketinên di analîzeya derûnî de û lêkolînên rexneya wêjeyî rêbaza efsaneyî yek ji rêbazên xwendina berhema wêjeyî pêş ket. di sedsala bîstan de xwendina efsaneyê di wêjeyê de pêş ket.
Rêbaza efsaneyî, diyardeyên efsaneyî di berhemên wêjeyî de dixwîne, paşê li jêdera wan efsaneyan digere û wan li gorî cureyên wan dabeş dike û awayên bikaranîna efsaneyê di berhema wêjeyî de û guhartinên ku tê de çêbûne lêkolîn dike. Ew jî li ser du bingehan :
1- Çiqasî efsane bi kêr tê ku di berhemê de bi kar bê: ji ber taybetiyên xwe yên dîrokî û mijara xwe ku karibe bibe bersiv ji bo nêrînên nivîskar.
2- Şiyana afrîner ku efsaneyê bi kar bîne ku karibe nêrînên wî vebêje: Bi rêya guherînên ku afrîner tê de çêdike.
Cudahî di navbera wêje û efsaneyê de heye, ji ber ku efsane bi awayê vegotinê ye, lê belê wêje vegotin, çîrok, şano û helbest tê . efsane vegotineke sade ye, lê efsane di wêje de hunera vegotinê û afirîneriyê ye.
Efsane danerê wê ne diyar e û dibe malê civakekê ku baweriyê pê tîne, lê efsane di wêjeyê de xwediyê wê naskirî ye, keseke, lewma pîroziya wê tune ye.
Ji bo ku em karibin efsaneyê di wêje de bixwînin û em nas bikin çawa veguherî wêje; divê em wan sembolên tê de, nas bikin, li vir, divê em têkiliyên civakî li derdorê, em lêkolîn bikin ji ber ku sembol di encama lihevkirinê di civakê de çêdibin. Piştre divê em çawaniya bicihkirina wê di wêjeyê de lêkolîn bikin5.
• Li ser vî bingehî em dikarin gavên xwendina wêjeyê li gorî vê rêbazê weha rêz bikin6
1- Şirovekirin û analîzekirina deqa wêjeyî.
2- Xalên ciwantiyê di deqê de werin lêkolînkirin.
3- Giradana di navbera wêjevan û rewşa civaka wî de.
4- Diyardeyên di deqê de ne weke diyardeyên takekesî lê belê weke diyardeyê komî-civakî tên xwendin.
5- Dîroka civakî û çandî ya vê berhemê tê lêkolînkirin.
Di encamê de em giringiya efsaneyê weke derbirîneke mirovahiyê ya destpêkê û bandora wê di wêjeyê de dibînin, ew jî mîna çîrokên gelêrî û folklorê bawerî, hêvî û tecrubeya mirov tîne ziman.
Efsane bûye bingeheke xurt ku wêjeyê xwe spartiyê, lê divê em di xwendina wêjeyê de ked û afrîneriya wêjevan ji bîr nekin û wêjeyê di çarçoveya efsaneyê de nehêlin ji ber wêje ji baweriyê zêdetir, bedewiyê û hostatiya hûnandinê hedef digire ku di serdema nû de karibe bibe bersiv ji pêdivî,arezû, daxwaz û azarên mirovê hemdem.