KEN
Ken çi ye û çi li me dike? Însan bi çi dikenin? Tesîra kenî çi ye? Li ser vê çalakîya însanî gelek lêkolîn hatine kirin, vê mijarê bala gelek kesan kişandîye ser xwe. Lê dîsa jî ew bixwe, mijareka zindî û piralî ye û li gorî çanda miletan rengên wê yên cuda cuda hene û derîyê wê ji lêkolînan ra vekirî ye. Ken, çalakîyeka însanî û gerdûnî ye. Ew, bi însanî ra eleqedar e. Însan tune be ken tune ye. Şirove û feraseta însanî ye ku kenî li xwezayê û li ruhberên belav dike. Henri Bergson vê yekê weha destnîşan dike, “Ji xeynî tiştên însanî ken tune ye. Dîmenek dibe ku xweşik, nazik, bêhempa, bêmane û nexweşik be, lê tu carî kenokî nîn e. Eger em bi heywanekê jî bikenin, helbet em di wê heywanê da, nîşaneyên rûçikê însanî dibînin; loma em pê dikenin. Eger em bi kumekî bikenin, ne ji ber ku ji kulav an jî ji h’esîrê hatîye çêkirin em pê dikenin, sedema kenê me, şiklê kumê ye ku însanan, ew teşe dayê. ”[1] Ken bi qasî ku însanî û gerdûnî ye, ewqas jî zindî ye. Ji dilî bêtir, berê wî li hişî ye. Dil, li ber dikeve û nahêle mirov bikene, lê ew aqilê bargir, berê me dide kenî û barê xwe sivik dike. Dil, piştî fermana aqilî, tev li kenî dibe û coşa wê zindîtir û zêdetir dike. Bergson, di xebata xwe ya li ser kenî da, kenî wekî fantazîyekê bi nav dike û weha dibêje, “Berî her tiştî em wî, wekî tiştekî zindî dihesibînin.”[2] Eger mirov bala xwe baş bide civakê dê bibîne ku ken, ew hêza zindî ye ku jîyana têrêş bi mirovan şêrîn dike û wekî toximê pirparê li her derê kêfxweşîyê belav dike. Fîlozof Nietzche, ken û êşê bi hev ra têkildar dike û dibêje, “Mirov di vê jîyanê da wisa êşê dikişîne, di nava ruhberan da tenê wî ji mecbûrî, ken kişf kirîye.”[3] Ken û girî wek cêwî ne, wextê ku mirov pir zêde dikene, li dawîya wî kenî girî heye. Ken, êşê sivik dike, dinyayê li ber çavê mirovî biçûk dike, mirovî bi firê dixe, lê divê neyê jibîrkirin ku ken jî zarokê êşê ye. Charles Baudelaire, di vê babetê da weha dibêje, “Çalakîya kenî, ne parçeyekî bihuşta bextewarîyê ye, ken jî wekî girî, zarokê êşê ye.”[4]
Ken, bêhtir çalakîyeka civakî ye û wextê ku mirov dikene, însanên li dora mirov jî nikarin xwe bigirin. Sigmund Freud di pirtûka xwe ya li ser esprîyan da, di vê çarçoveyê da weha dibêje, “Esprîya ku min çêkirîye, kêfxweşîyeka bêhempa dide min; lê dîsa jî ez bi tena serê xwe nikarim bikenim.”[5] Ken li cîyê xwe nasekine, di carekê da li ser rûyên însanan belav dibe. Ew ruhê ci-vakê dicoşîne û eklekê dide wî. Çalakîyeka kartêker û berbelav e ken. Bişirîneka mirovî jî li ser mirovan tesîrê çêdike û wekî pêlên behrê her ku diçe bilind dibe. Ji bo ku însan bikene divê însan hebin, di pirtûka Sigmund Freudî ya navborî da, li ser vê yekê ev tişt hatîye destnîşankirin, “Ken, rewşa herî berbelav ya ruhî ye. Wextê ku ez esprîya xwe dikim, a rast, ez mirovê li hemberî xwe, ji bo ku kenê xwe bi kar tînim, mirov pir bi rehetî dikare rastî hinek rûyên cidî bê, ku piştî esprîyê nerm dibin û ew jî daxilî wî kenî dibin.”[6] Bergson, jî li ser vê yekê disekine û weha dibêje, “Divê têkilîya hişekî, bi hişên din ra hebe. Xala sêyem ya ku em dixwazin bala we bikişînin ser wê ev e. Mirov nikare bi tena serê xwe tiştekî komîk tehm bike.”[7] Lê ji bo ku warê kenî şên bibe, divê mirov ji qada hestîyarîyê derkeve û derbasî qada ramanê bibe, hest gelek caran rê li ber kenî digirin. Ken bi ramanê tên xurtkirin. Herçiqas Charles Baudelaireyî ken û girî wekî zarokên êşê bi nav kiribin jî, ken li cîyekî berê xwe ji hestan dide alî. Di pirtûka navborî da Bergson di vê babetê da weha dibêje, “Dijminê kenî yê herî mezin kelecan e, li ser meselê, ez nabêjim em nikarin bi kesê ku em li ber dikevin an jî bi kesê ku hestên me yên hezkirinê vedijîne bikenin, lê belê eger em bixwazin bikenin, ji bo demekê be jî divê em van hestan taloq bikin.”[8]
Ne tenê ji bo sivikkirina êşê ye ken, carna ji bo xerabkirinê ye, carna ji bo tinazan e, lê dîsa jî rût û elerût li meydanê nîn e, ken dibe huner; hunera ku desthilatdaran ditirsîne û hildiweşîne. Ken, qada azadîyê firehtir dike. Dema ku rengê lewnê wî diguhere, dibe mîzah û lehengê wî dibe Charles Chaplin, dikare henekên xwe bi dîktatorekî wekî Hîtlerî bike.[9] Desthildar ji kenî hez nakin, ken di xwe da heyvanê azadîyê dihewîne, îmana wan ji kenî diçe. Ken ronahî ye, tirs tarî ye, desthilatdar ji tirs û tarîyê dermale dibin. Ken, cidîyeta wan xerab dike û wesfên wan yên serdestîyê ji holê radike. Ken, wextê ku dibe kenê jinê, ew bêhtir aciz dibin. Li gorî dest¬hilatdaran bindestê bindestan divê qet nekenin. Di civaka kurdan da jî kenê jinê eyb tê hesibandin. Gotineka pêşîyan jî vê yekê destnîşan dike, “Ne jina kenokî, ne jî mêrê şermokî.” Xuya ye ken cidîyetê betal dike û li hemberî normên civakî serî radike. Di sala 2014an da alîkarê se¬rokwezîrê Tirkîyeyê Bulent Arınçî di axaftineka xwe da got, ”Gerek jin di nava her kesî da bi dengekî bilind nekenin.[10] Mihail Bahtin, di pirtûka xwe da, vê rewşa desthilatdaran ya li hem¬berî kenî weha şirove dike, “Tişta ku tesîra herî mezin li ser mirovê Serdema Navîn kir, serkeftina kenî ya li hemberî tirsê bû. Ev serkeftin, ne tenê li hemberî terora veşartî ya Xwedê bû, di heman demê da li hemberî serîtewandina li hemberî hêzên xwezayê, li hemberî tiştên pîroz û qedexekirî, li hemberî pêkutî û tawanbarîya bi her tiştî ra eleqedar bû. Ev, binketina Xweda û desthilata mirovan, binketina qedexe û fermanên desthilatan, binketina mirin û cezayên piştî mirinê, binketina dojeh û her tiştê ku ji serzemînê xerabtir bû. Bi vê serkeftinê, kenî hişmendîya însanî xurttir kir û nêrîneka nû ya li hemberî jîyanê da însanî.[11] Di hin serdeman da, cîyê ku azadî lê hebe, ken jî lê heye, lê dema ku azadî ji holê radibe, ken jî ji holê radibe, bêhtir di têkilîya serdest û bindestan da, bindest nikarin li hemberî serdestên xwe bikenin. Ji bo tiştên pîroz jî ken tiştekî ne baş e, tiştên pîroz çiqas qerfî dibin bila bibin, ji kenî ra derîyê xwe digirin. Ken pîrozîya wan tiştan dadixe, kêm dike. Bahtin di vê çarçoveyê da, di warê dîroka çandê da li ser kenî, A. I. Herzenî ji alîyê fikran ve wekî kesê herî bi qîmet bi nav dike û fikrê wî weha vediguhezîne, “Di demên berê da xelkê ku li Olîmposê, li komedîyên Aristophanesî guhdarî dikir, ji kenan zikopişto dibûn, bi Lucianî ra dibû hîrehîra wan. Mirovatîyê piştî sedsala 4an dev ji kenî berda; tenê girîya û bi bîr, nalîn û bi axînên poşmanîyê hat zincîrkirin. Nivîsîna dîroka kenî dê tiştekî balkêş bûya. Li dêrê, li qesrê, li dêlindêzeka fermî, li hemberî serokê beşekê, polîs û rêvebirekî, kesek nikare bikene. Kole, li hemberî axayan ji heqê kenî bêpar e. Ancax yên wekhev dikarin bikenin. Eger rajêr li hemberî rajoran bikene ev rêz û hurmetê li meydanê nahêle. Eger însan bikarin li hemberî Xwedayê serga bikenin, dê ew Xweda ji asta pîroz dakevin asta gayekî.”[12]
Ken çiqas xerabker be ji bo dîktatorîyan, ewqas jî çêker e ji bo afirandoxan. Ken, gelek caran ava dike, erênî ye. Barry Sanders, di vê çarçoveyê da weha dibêje, “Wextê ku Xweda kenîya, heft Xwedayên ku dê hukmê dinyayê bikin hatin afirandin. Wextê ku ken bû hîrehîr ronahî çêbû. Wextê ku cara duyem bû hîrehîra wî, av çêbû; di hîrehîra wî ya heftan da ruh çêbû.”[13]
Rola kenî ya di nava civakê da çi ye? Tiştek kînga dibe mijara kenî? Kînga tevgera asayî ya jîyanî ji hêza xwe ket, an jî kînga tevgera asayî leza xwe zêde kir ken dest pê dike. Ken li vir, ji me ra dibêje, ahenga civakê xerab neke, dîsa were ser hemdê xwe. Li ser meselê, em bi dengbêjekî nakenin. Lê eger em leza dengê wî bi rêya cîhazekî daxin, ew tişt dê me bikenîne, eger em leza dengê wî zêde bikin ev tişt dê dîsa me bide kenandin. Ev yek, ji bo axaftina însanekê jî çêdibe. Eger em giran biaxivin an jî em zû biaxivin ev yek dê bibe mijara kenî. Rewşa mekanîkbûna mirovan dibe mijara kenî. Mekanîkbûn, dubarekirina helwestan, civakê ditirsîne û ahenga jîyanê xerab dike, ji ber wê jî ken, wî tiştî dîsa rast dike û dike xwedî aheng. Di heman babetê da Bergson weha dibêje, “Ken nahêle tevgerên mirov di xew ra herin, ew tirsê çêdike û bi tirsê, rê li ber cudaxwazîyan digire. Bi kurtasî ken, tevgerên hişk yên civakî nerm dike. Mekanîkbûn komîkbûn e, ken jî cezayê ku lê hatîye birîn e.”[14]
Gelek alîyên kenî yên erênî hene. Ken, serê ewil mirov kêfxweş dike, fikirandinê bi xwe ra tîne, rexneyeka nerm li me dike, jîyanê diparêze, me li ser kewnê me dihêle, derûnîya me baş dike û stresê ji ser me radike. Çawa ku bi huner û afirandinê dinya bi mane dibe ken jî maneyeka erênî li jîyanê zêde dike. James Wals, di pirtûka xwe da, vê rewşê weha şirove dike, “Kenekî jidil hemî werselên me yên jîyanî hişyar dike û li hemberî nexweşîyan, liberxwedana laşê me zêde dike. Dîsa tê destnîşankirin ku Yewnanî ji bo tedawîya nexweşên xwe diçûn ser¬dana malên komedyenan. Herweha di nava niştecihên Ojibwaya Amerîkayê da serhekîmê qebîleyê ji bo tedawîyê, henek jî bi kar dianîn û nexweş dikenandin.”[15] Di nava civata kurdan da jî “ken” gelek caran serkêşê govendê ye, di nava folklora kurdî da beşa herî berfireh beşa pêkenokan e. Gelek caran Kurd wextê ku qala êş û êşkenceyên xwe dikin, kenî lê zêde dikin. Vegotina mijara êşê jî mirovî diêşîne. Dîsa di perwerdehîyê da cîyê kenî zêde ye, mamosteyên ku kenok in ji alîyê xwendekaran ve bêhtir tên hezkirin. Ken, hînbûnê hêsantir dike. Wextê ku zarokek tê din¬yayê, ji ber ku em dizanin dinya cîyekî çawa ye, em dixwazin ew zarok bikene, loma jî em pêşî zarokan hînî kenî dikin. Di sîyasetê da jî parlementerên ku herî pir tesîrê li ser mirovan çêdikin û mirovan dikenînin serkeftî ne û ji alîyê gelî ve tên hezkirin. Sîyaseta bêesprî, sîyaseta bêken sîyaseteka bêtehm e. Parlemeterên hêza desthilatdar, li jor jî me destnîşan kiribû, ji bo ku hêza desthilatdarîyê biparêzin û cidîyeta xwe xerab nekin, ji kenî zêde hez nakin û zêde nakenin. Ya herî pir dikene û di vî warî da rehet tev digere mixalefet e.
Ji bo encamê em dikarin bibêjin, di nav ruhberan da ken tenê di jîyana însanan da heye. Ew çalakîyeka zindî ye, mirov kêfxweş dike lê ji êşê bêrî nîn e. Gelek caran wextê ku mirov zêde dikene, li dawîya wî kenî girî heye. Kelecan, gelek caran pêşîya kenî digire, ken bêhtir karê hişî ye û bi ramanê ra têkildar e. Ken, bi qasî ku însanî ye ewqas jî komî ye. Însan bi tena serê xwe nikare bikene. Çalakîya kenî desthilatdaran ditirsîne, ew naxwazin ku bindest bikenin. Hurmet û pîrozîya wan, bi kenî tê hilweşandin. Loma jî ew di dilê xwe da dikenin û ji hîrehîrê hez nakin. Ken civakê ji gelek alîyan ve li ser pêyan digire. Moralê civakê bi kenî bilind dibe. Hereket û tevgerên mekanîk yên însanan gelek caran dibin mijara kenî. Civak, bi rêya kenî wan hereketên mekanîk ceza dike û ahenga xwe dîsa saz dike. Çalakîya herî însanî û gerdûnî ken e. Însan dikenin û dê hertim bikenin.