Kovara Sîwan

Yek ji rêgehên wêje û şanoyê, sembolîzm(Le symbolisme)

Raperîn Hesen- Ednan Mistefa

PÊNASE:
Sembolîzm, rêgeheke wêjeyî, felsefî ye, derbirîna ezmûnên wêjeyî û felsefî yên cûrbercûr dike bi riya sembol, nîşan an tênêrînê. Ango derbirîna nerasterast ji rewşên derûnî veşartî re ku ziman nikare derbirîna wan bike.
Sembolîzm li dawiya çerxa nozdehan derket. Ew di encama berteka li dijî Romansîzm û Parnasîzmê bû ta destpêka serdema bîstan berdewam kir, bi Parnasîzm, Reyalîzm û Xwezayîyê re jiyan kir.
Piştî ku komika (Parnas) ji hev qetiyan, jê Fêrlîn û Malarmêh jî qetiyan ku bergehek ava kirin bi navê (Sembolîzmê) hate nasîn.
Têgeha Sembolîzmê, cara yekem di gotareke helbestvanê Fransî Jan Morîs de hat, ew gotar redek bû li ser ên ku ew û mîna wî tewanbar kirin ku ew helbestvanên bêexlaqî û pişaftinê ne, û hate pêşniyarkirin ku peyva (Sembolîzm) li şûna peyva pişaftin were bikaranîn. Wî helbestvanî di sala 1886’an de rojnemayek bi navê (Sembolîzm) derxist.
Sembolîzm li Fransa lawaz bû lê li cihên din xurt bû, heta gotin ku wêjeya Emerîkî di çerxa bîstan de hemû Sembolîzm bû..!
Ji ber ku sembol stûna vê dibistanê ye, semboliya hunerî cudayî semboliya ku di serdemên berê de dihat naskirin e. Sembol alaveke derbirînê ya cîhanî kevin e. Dihate naskirin ku agir sembola şewat, teyr lezbûn, ba hêz tev lezbûn, xaç xelasî, derya firehî, al serweriya netewê, kom aştî û cawbir sembola çavdêriya çapemeniyê ye.
Ev hemû sembol in, lê dibistana Sembolîzmê tiştekî din e, ew bû rêbazeke hunerî sergihayî
xwedî gelek taybetî , û sembol tê de bû nirxeke hunerî û hêmanî ket çarçoveya sembolên dîrokî, efsaneyî, xwezayî û tiştên xwedî nîşankerên nîşandar.

TAYBETMENDIYÊN SEMBOLÎZM:
1- Dûrketin ji şêweya zelal, mentiq, hizirandina xwerû, çareseriyên axaftinî, rasterastî, şîrovekirin û ziraviyan… ji ber ku ev babetinan ne ji xwezaya hunerê ne, lê belê ji xwezaya pexşan û zimanê pêgihandina normal in.
2- Li bermaberî wê, nivîskarên Sembolîzmê hewl didin derbasî cîhana bêsînor bibin.
3- Ji aliyê şêweya derbirîna ezmûnên derûnî : Sembolîzmê rêbazeke nû meşand cudayî rêbaza Romansîzm û Parnasîzmê ye. Sembolîzman dît ku ferhenga zimên tevî mecaz û mînandinan, nikare vê ezmûnê têbigihîje û li ser bi awayekî guncav durist biderbirîne, lewre divê li şêweyek û zimanekî nû xwedî pêwendiyin nû be were lêgerîn, ku ew şêwe û ziman karibe derbirîna hemû cîhana hundirîn bike.

  1. Girîngdayîna muzîka helbestî , muzîka bilêvkirinê û helbestê, sûdwergirtin ji şiyanên dengî yên veşartî di tîp û peyvan de ku ji hevdegiyeke dengî giştî pêk tê di kîteyeke helbestê de, ku ev şiyan erkdar bibe di derbirîna rewşa derûnî li ba aferîner û veguhestina vê yekê ta xwîner, ango ew dibe alaveke derbirînî li ser şiyana zimanî û xuyangî… Nexwe ew dikeve laşê hunerê û ne ji
    bo bedewkirinê tê an ji bo hişyarkirina lebata bihîstinê. Diruşma Sembolîzman gotina Fêrlîn bû : (Bêtir ji mûzîkê, û muzîk berî her tiştî..).
  2. Zimanê hestê : Sembolîzm di xuyangên xwe de, xwe dispêre ser daneyên hestê bi hemû cûreyên wê weke alavine derbirînê, mîna rengan, dengan, hestan, pelandin, tevger, û daneyên bihnkirin û çêjê.. lebat pencereyên mirov li ser cîhana derve ye, û ev cîhan (daristaneke ji sembolan e), hemû tiştên tê de diaxivin.
  3. Girîngdayîna rîtma peyvan û pêwendiyên di navbera dengan de, ji bo naskirina wateyê û girêdana helbestê bi muzîkê ve ta derxistina bandora bedewî ji hevsengiya tîpan.

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button