Di Helbestên Cegerxwîn de Komkujiya Aleqemşê


Qonaxa piştî şoreşa Şêx Se’îd bi tundîtiyê li dijî Kurdan hate naskirin, giha asta ku eskerên Tirkan komkujîyan li hin cihan der heqê Kurdan de pêk bînin. Pir bûyeran rû da, yek ji wan komujiyan, komkujiya Aleqemşê.
Aleqemşê gundeke ji gundên Bakurê Kurdistanê ye, nêzî sînorê binxetê ye (Rojavayê Kurdistanê). Li vî gundî komkujiyeke mezin li dijî Kurdan pêk hat, ku leşkerên Tirkan di gundê Aleqemşê de, niştecihên sivîl dabûn hev û hemû bi saxî tev di xaniyekî de şewitandibûn. (Cegerxwîn, 1995: 154-169).
Di bîranînên xwe de Cegerxwîn vê komkujiya ku bi sedan gundiyên reben qurbaniyên wê bûn diyar dike, wî bi xwe jî ji devê pîrekeke ku ji komkujiyê reha bibû bihîstiye, pir pê êşiyabû û ew di du helbestan de bi kar anî; “PÎRA TORÊ û ALEQEMŞÊ”.
Helbesta pêşî diyalogek e di nav helbestvan û pîrejinê de, ew pîrejina ku dêm û bejn û bala wê gelek şîn û azerên dilê wê diyar dikin, qermîçonk ketine rû, rengê spî xwe berdaye nav por, cilên reş ew kel û heyecana di nava wê de dide der.
Vê dîmenê hişt ku Cegerxwîn li hal û rewşa wê bipirse, ji ku ye, ji ku tê û berê wê li ku ye? Pîrê bi tirs û êş bersiva helbestvan dide ku ew ji ber zilm û zora leşkeran reviyaye; leşkerên ku herêma wê wêran kirine û bê rehm xelk bi carekê serjê kirin, bêyî ku bibêjin ev zarok e yan mezin e yan jin e; tev dan ber singoyan, ta zarokên ser sînga diya xwe.
Dema ku helbestvan dixwaze zanibe ku ew Kurd e, pîrê tiliyên xwe gez dike û jê dixwaze ku dengê xwe raneke, ev peyv bi xwe ew bû sedema vê wêran û komkujiyê, ji ber ku hê wêneyên wan leşkeran bi tiving û singoyan li ber çavên wê ne, çawa xelk kom kirin û agir berdan wan ew şewitandin:

Hilkişî me çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez
Hat nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem
Pîrebî bû por-sipî bû , taqî-reş bû rû gewez
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê
Ji Sêrtê diçme Bêrtê , xûniya Romê me ez
Xan û eywan kirine wêran mêr û jin ser jêkirin
Min go: Pîrê qey tu Kurdî? Çûye tilyên xwe bi gez
-Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê Roma teres.
(Cegerxwîn, 1945: 45).
Piştî ku helbestvan çîroka wê dibihîze jê dixwaze ku nêrîna beg û axayan di van bûyerên ku di gund û herêma wê de qewimîne çi ye? Bersiveke hişk û dilêş ji devê pîrê dibihîze: Guh nede wan lawê min, ew şivan in û pez dane dest gur.
Dîsa dipirse: Ka çi hêvî heye? Kes ji kuştinê xelas bûye ku sibe tola we hilîne? Li vir pîrê tirsa xwe diavêje û dibêje ku helbestên te wê rê bidin ber wan, ku herin bixwînin, bi xwendinê wê xelas bibin, wê çaxê wê Kurdistan ava bibe:
Min digot, axa û beg, wê go kurê min guh medê
Ew şivan in sermîyan in dane gur wan col û pez
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
(Cegerxwîn, 1945: 45).
Rast e ku Cegerxwîn di vê helbestê de Aleqemşê bi nav nake, lê di bîranînên xwe de dibêje ku bûyera di vî gundî de di navbera 1925-1926’an de rû daye, bandora xwe bi kûrahî li wî kiriye û wî ev helbest nivîsandiye. (Cegerxwîn, 1995: 161-162).
Di helbesta “ALEQEMŞÊ” de Cegerxwîn dixwaze ku ji helbestvan bêhtir dîroknûs be, helbest wek çîrokeke dîrokî bêhtir ji helbestê, hûrekarin hene ku pişta helbestê xûz kiriye, barê wê giran kiriye û di cihinan de helbestê ji rê derdixe, ji ber ku helbestvan tê digihê ku realîzma dîrokî ew e ya ku bêhtir bandora xwe di hinavan de dihêle û wan germ dike ku hemû hêza xwe di ber azadiya xwe de bi kar bînin.
Ji lewre bi hûrekaran dest pê dike, pesnê gund, li ku dikeve, xwezaya wê û qijleya leşkeran ku lê ye, çawa leşkeran bêbextî li gundiyan kirin, sozên xwe bi wan re birîn, piştî ku gundî vegeriyan leşkeran ew girtin û tiştê nedîtî bi serê wan kirin, lêdan, talan, kuştin û şewitandin û çi rengê hovîtiyê hebû di heqê wan de bi kar anîn.
Bi teknîkeke kartêker Cegerxwîn wî generalê ku bi derewan ji gundiyan re sûnd xwar wesif dike, sûnd xwar ku bila gundî vegerin û ji wan ewle bin. Lê piştî ku hatin wî ferman da ku wan girê bidin û pişt re bi dilovanî fermana kuştina wan da û di pey re ferman da ku wan laşan bişewitînin, ta ku bêhna laşan sînorên gund derbas kir.
Li gundê Aleqemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girêdan
Bi kindir û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Weke êzing, weke dar
Girêdan û dane hev
Di dest wan de nema rev
Hawîr danîn hûravêj
Ew tivingên dev dirêj
Serdarê wan emir da
Tevan bi hev re berda
Hemî ketin li ser ax
Bi ser hevde bûn kelax
Gaz berdane ser laşa
Ji nû dan ber manaşa
Heta ku tev bûn arî
Ma kî dikî vî karî ?
(Cegerxwîn,1980: 83).
Wesifkirina komkujîyê didomîne, dor tê li ser pîrekan, wê dîmenê jî wesif dike, çawa tevan dixin xaniyekî, derî û penceran digirin û serdar fermanê dide ku agir bi xênî bixin û qarîna wan bilind dibû ta ku tev şewitîn, wan leşkerên ku tayê dawî bi mirovatiyê re qetandin li wan temaşe dikir ta ku tev bûn komir û xwelî.
Ew pîreka ku bi awayekî seyr ji komkujiyê filitîbû û Cegerxwîn ew li herêma Aliyan –Rojhilatê Qamişlo- dîtibû, ew sewesî bibû, her kes di dil wê de bûbû dijmin, nexasim ên xerîb. Li gorî texmînkirina wê 1434 kes di vê komkujîyê de bûne qurban.
Jin û bî û pîr û bûk
Keç û xame tev piçûk
Bi hev re xistin xênî
Da ku kes wan nebênî
Rêsî û xernûf û pûş
Xistin xênî, qereqûş
Agir berdan wî xanî
Dixan bilind bû banî
Heta ku tev şewitîn
Laşê wan tev peritîn
Heçî pêjin jê dihat
Bi singiwan kirin mat
(Cegerxwîn, 1980: 84).
Helbestvan bi hişkî rojnamevan, medya û alavên ragihandinê rexne dike û seyr dimîne ku çawa dikarin li hemberî komkujiyeke wiha bêdeng bimînin! Her wiha jî rewşenbîr û çi xwedî wijdanekî zindî. Ji nişkê ve dengê helbestvan tê guhertin, mîna ji xilmaşiyekê şiyar bibe û nas dike ku kes alîkariya qelsan nake û nabe dostên wan, tev li dostên xurt digerin, ji lewre ew berê xwe dide miletê xwe û rewşa wî jê re şirove dike û riyên rizgariyê şanî dike, di riya biratiya gelên Kurd û Tirk de, du dewlet bên avakirin; dewleteke Kurdî û yeka Tirkî, li gel hev bi aştî û hezkirin bi hev re bijîn, da ku karibin li ser kavilê Aleqemşê Aleqemşeke nû ava bikin, da ku bibe bajarekî pîroz, şînê ji bîr bike û bi rengên keskesoran asîman bixemilîne:
Bibin dostê Rojhilat
Hew çêdibin ev şewat
Aleqemş bibî pîroz
Lê çêbikin gewreqos
Gorna kuştîyên winda
Ronî bidî wek finda
Koçê barkin kul û şîn
Kes namênî Cigerxwîn.
(Cegerxwîn, 1980: 88).
Ev helbest bêhtir ji her tiştî belgeyek e, çi helbestvan bihîstibû gotiye, ne xwestiye hevokekê û ta peyvekê jê berde, tenê bi zimanê helbestê hûnaye, da ku di pey re ev deq bibe madeyek ji bûyerekê re ku hîn di pirtûkên dîrokê de nehatine û xuya ye ku ev armanca helbestvan bû bêhtir ji çi armancên din.