Beşê biyanîbûnê yê duyem…


Di nivîsa me ya berê de, me qala wê kiribû ku bingeheke wê ya dîrokî heye. Em pêwîstî dibînin ku hinekê li ser vê dîroka rehend bisekinin. Ji ber ku wekî tê zanîn, mixabin di roja me ya îro de, dîrok di du milan de pêşketina xwe didomîne.
A yekemîn; dîroka desthilatdara ku em wê wekî modernîteya kapîtalîst bi nav dikin.
Ya duyem jî; dîroka gelan a ku zêde nayê ser ziman; ger em bala xwe bidinê, bi hezarê salan gelan di pêşengtiya jinê de xwe bi xwe rêvebiriye û bi awayekî komînal jiyankirine. Di wê civakê de dîrok zindî dihete dîtin. Ji jin, zarok û xwezayê re rêz dihate girtin. Dengeya kes û civakê dihate parastin, yek ji bo giştî, giştî ji bo kes bû. Ji ber ku di wê zanabûnê de bûn ku gerdûn bi xwe zindî ye û tiştek bê sebeb di vê gerdûnê de jiyan nake. Mafê jiyanê pîroz bû û ji xwezayê re rêz dihate gitin. Bi nêrînekî azad û felsefîk li jiyanê dihate nêrîn. Ji ber ku dizanîn mafê jiyanê pîroz e. Ger em bala xwe bidinê, herî zêde jî di wê serdemê de vedîtinên zanistî hatine çêkirin, filozof derketine û mirovan azad jiyan kirine. Dema ku mirov azad jiyan dike, di milê civakî û zanistî de jî pêş dikeve. Ger bê lêkolînkirin jî dê di milê zanistî de jî ev tiştên ku me anîn ser ziman dê werin piştrastkirin. .
Di vir de ez dixwazim vê yêke bînim ser ziman.
Modernîteya kapitalist bîyanîbûyînê li gorî temen an jî li gorî kesayet teng digre dest. Em tevlî yekê nabin. Sedema bi vî rengî teng dest girtin jî,kesayet ji civakê ji xwezayê dûr xistin û kesayêteke ne xwedî îrade ava kirin ku,li gorî modernîteya kapîtalîst bi rê ve biçe. Em tevlî vê yekê nabin. Ji ber ku em kesayet ji civaka wî ji xwezaya wî û ji dîroka wî qut nikarin bifikirn. Ji ber ku em kesayetên xurt yê xwedî îrade dixwazin. Di vê yekê de cudatiya navbera me û modernîteya kapîtalîst derdikêve holê ku ev cudatî ewqas mezin e mîna du çîyayan nagihijin hev.
Ev yek vê rastiyê derdixe holê ku ev mijara biyanîbûnê jî wekî pergal nêzikatiyekê derdixe pêş ji ber ku nirxandinên tên kirin, mirov nikare ji pergalê cuda bigre dest.
Îro dema ku em mijara biyanîbûnê bigrin dest, di sedsala 14. De wekî ji dîn dûrketin digirtin dest. Di sedsala 15. De wekî guhertina amûran tê destgitin. Di roja me ya îre de jî di çarçoveyekê ya kesayetî teng tê girtin. Lê belê rastiyek heye ku ez jî tevlî vê rastiyê dibim, mirov ji civaka xwe ji xwezaya xwe û ji xwe nikare dûr bikeve. Ev yek vê rastiyê derdixe holê, mijara biyanîbûnê, mirov teng nikare bigre dest. Ku ev çend minakên ku me ji dîrokê dan vê rastiyê derdixe holê ku nirxandina mijaran ji bîrdoziyê cuda nayê destgirtin. Ku me çend mînakên wê dan.
Ji bo ku nivîsa me zêde dirêj nebe û em xwîneran jî aciz nekin, ev mînakên ku me dan, yek bi yek, em nanirxînin. Li gorî me biyanîbûn mijarekî kesî û pskolojîk e. Ango ev tê wê wateyê ku, keseyetek ji xwe ji civaka xwe û ji xwezaya xwe dûr ketî ev dûrketin vê rastiyê derdixe holê ku kesayet ji civaka xwe ji çanda xwe dûr ketiye û înkar dike. Di vê wateyê de û ji ber vê yekê dibe mijarekî sosyolojik jî. Kesayetekî/ê ji van rastiyan giştî dûr, bêguman ew ê ne xwedî pskolojiyeke rast be jî, di vê wateyê de mirov dikare biyanîbûyînê wekî mijarekî sosyolojik û pskolojîk jî bigre dest
Heta em mijara xwezayê jî lê zêde bikin, em vê dikarin wekî mijarekî pskolojîk, sosyolojik û ekolojik bigirin dest. Bêguman, kesayeteke ku pirsgirêkên kesayetî, civakî û ekolojik jiyan bike, ew ê encamên pir xeter jî bi xwe re derxe holê. Bi kurtasî ji van pirsgirêkan çendan bînin ser ziman.
- Bêhêzbûna kesayetiyê.
- Di watedayînê de zehmetî, pirsgirêk jiyankirin.
- Ji kesayeta xwe dûrketin.
- Ji civakê razberkirin.
- Ji xwezayê dûrketin.
- Nehatina disîplînê.