Kovara Sîwan

Xweşikbûna Te Dîtin

Fîxan Hîmo

Ne helbest in xweza hestan dihûne
Çiya û robar ji ber çavan neçûne
Heger warê lehengan be tu kanî
Xweşikbûna dilê xwe bine şani
Ji kengî de bi xewnan re ez dirim dûr
Evîna te li ser qirkê dused şûr
Ne şerm e ku mirin navê xwe tine
Jiyan ez bûm hîna şaxê mîn şîn e
Zîvîstana ku te destê xwe dayê
Ji xwer tê vîr buhar û dengê nayê
Ne efsane dîroka wî dilê te
Evîn sar e nayê dengê kenê te
Bi qurbana te bin hemû zilimkar
Bêyî te qet ronahî nîne êvar
Nebû dem ku
Li gerdûnê bi
Civak bê te mîrî maye pûç û xav
Mina dar û gulan ku mane bê v
Çiyan ji êşa te bûnae peyker û lat
Tu yi landik bê nîne tu welat
Ji çavên te derya wenî mezin bûn
Cûdî û zagros bi destên te bilind bûn
Manî û zaredeşt xweşikbûna te dîtîn
Êrîş anîn li ser min kom û kîtîn
Ma çend rêber di zindanê de tari
Nava fîxan tê sotîn bûye arî
Mirovahî tîne ger tu ne lê be
Wê destana fîrîştan ji bo te çêbe
Ne Iskender ne Sergon kes nikare
Ji zapê her bîpîrsîn pêt û ar e
Arîn waye li Kobanê bûye Edûl
Evîndar e li ser dêman e xerbûl
Wa derwêşê te tê hey dîlber û naz
Wê dîroka te deyne peyvv û awaz
Ma çend Xanê û Cezîrî bûn pesîndar
Melê Batê li destana te guhdar
Ma çend zembil fîrotîn ta bîbîne
Wekî bilbil li kolanan dixwîne
Tu Zînê ya bera Xanê bibêje
Dîroka vê evînê pir dîrêj e
Tu Dêrsîm bû li ser te bû kîn û şer
Ii êşa te îro em bûne tevger
Ma çend carî Cegerxwîn got kîme ez
Çelî kurdan rabin ser xwe bikin lez
Welatê wek buhîştê tev xêr û bêr
Biparêzîn wekî şêran bibin mêr
Dused partî ji mer nabin bibin yek
Vê êşa min bibînîn ev bû xwestek
Lî wan sûkan kulîlkên mîn firotîn
Bîrayê min jî tev wan bûye dîjmin
Heger ev xak ji wê xwinê nebe sor
Tu car wata jîyanê nabe serjor
Tovan deynin li her warî gulistan
Hûn nabînîn ji êşê ez bûme fîxan
Ne Iskender ne Sergon kes nikare
Ji Zapê her bipirsin pêt û ar e
Arin waye li Kobanê bûye Edûl
Evîndar e li ser dêman e xerbûl
Wa derwêşê te tê hey dîlber û naz
Wê dîroka te deyne peyv û awaz
Ma çend Xanê û Cezîrî bûn pesindar
Melê Batê li destana te guhdar
Ma çend zembîl fîrotin ta bibîne
Wekî bîlbîl li kolanan dixwîne
Tu Zînê ye bera Xanê bibêje
Diroka vê evînê pir dîrêj e

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button