Kovara Sîwan

Pêşgotin

Bi dilekî germ û bi mijarên cuda em dîsa li pêşberî we ne.
Ji hejmara xwe ya 4’emîn ve em bi dîzayneke nû kovara Sîwanê amade dikin. Nirxandinên we yên erênî yên di derheqê dirûv û naveroka kovarê gihan ber destê me. Her wiha rexneyên we jî gihan. Di çarçoveya rexne û nirxandinên we me hewl da em hejmara 5’emîn a kovara xwe amade bikin û derpêşî nêrîn û pêşniyarên we bikin.
“Dîrok di roja me ya îro de veşartî ye û em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne” (Rêber Abdûllah OCALAN). “Dîrok” û “niha” ne du bûyerên ku ji hev qetandîne ne. Tevî kêmasiyên xwe, tevî pêşketin û çanda xwe em zarokên dîrokê ne; em nûnertiya dîrokê dikin û em li dîrokê bandor dikin. Lewra me di vê hejmara xwe de çend mijarên dîrokî danîn. Em bi hêvî ne ku hûn ne weke “çîrokekê”, lê belê ji bo ronîkirina dîroka xwe û roja xwe ya niha van nivîsan bixwînin. Wextê hûn dîroka Serêkaniyê bixwînin hûn ê bibînin ku gelek desthilardarî , çi bi hêza leşkerî be çi jî bi xayintiya navxweyî be, ji ser wê axê derbas bûne. Lê her ew gel li ser axê maye. Gel koçber bûye, qir bûye, xizan bûye; lê talî ew bi ser ketiye!
Wekî her hunermendî, her nivîskar jî dixwaze hilberîna xwe ya nivîskî derpêşî çav û dilên gelek kesan bikin û werin ecibandin. Lewra ligel xwendina berheman, nirxandina wan jî dibe destek ji bo nivîskaran û kêfa wan jî tîne! Di vê hejmarê de jî me nirxandina pirtûkeke li ser Kurdên Anatolyaya Navîn weşandiye. Him di hêla naskirina dîrokê de bi sûd e him jî di hêla destekdayîna nivîskaran de.
Kovara Sîwanê, weke ku me soza wê dabû di dema xwe de derket. Wê hejmarên piştî vê jî wiha bin. Em bi hêvî ne hûn jî bi nivîs, nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe hejmarên me dewlemendtir bikin. Dem baş!

Lijneya Beşa Kurdî ya Kovara Sîwanê

Related Articles

Back to top button